• DOLAR 34.142
  • EURO 38.251
  • ALTIN 2918.39
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember ji Wezîra Danîmarkayî re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye dayîn de hat diyar kirin ev tiştê ku hatiye kirin alçaqtî û zelîltî ye û demildest bila ew wezîr ji wezîfê bê derxistin.

"Di temamê dîrokê de dijminên Îslamê wê kîn û nefreta di nava xwe de di her fiseta ku dibînin de eşker dikin"

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di temamê dîrokê de dijminên Îslamê wê kîn û nefreta di nava xwe de di her fiseta ku dibînin de eşker dikin û dû re wiha hat ragihandin: " Nexasim di van rojên dawî de dijmintiyeke wisa ya ku dê ji teref Milsimanan ve neyê qebûlkirin  ji ser medyaya civakî cadin hat parvekirin. Vêcarê jî Wezîra Koç û Guncaniyê ya Danîmarkayê İnger Stöjberg karîkatureke ku tê de heqaret li Hz. Muhammed tê kirin ji ser medyaya civakî parve kir û diyar kir 'divê bi van tiştan mirov şanaz be.' Karîkaturên ku ji teref İnger Stöjberg ve hatin parvekirin berî niha bûbûn sedema reakisiyonên mezin."

"Dijmintiya li hember Îslamê ya siyonîst û zihniyetên xaçperest tu car bi dawî nebûye "

Hat diyarkirin siyonîst û zihniyetên xaçperestan  ji parçebûna Milsimanan cesaretê distînin û dijmintiya xwe ya li hember Îslamê bi şikleke eşkere tînin ziman. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: "Ew wezîra rezîl û zelîl a ku dijmintiya Îslamê dike, ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî anî zimên ku di rûyê bîlgisayara wê ya tablet de ew karîkatura ku ji teref Kurt Westergaard ve hatiye xêzkirin heye û sûreteke wê girt û ji ser hisaba xwe parve kir. Ew emperyalîstên ku ji xwîna ku li war û welatên Mislimanan diherikenin têr venaxwin, di bin navê azadiya fikr û çepeniyê de jî heqaretan li muqeddesatên me dikin. Dijmintiya li hember Îslamê ya siyonîst û zihniyetên xaçperest tu car bi dawî nebûye; bereks bi wê cesareta ku ji belavbûna Mislimanan distînin didome."

"Encax bi ruhê yekîtî, wehdet û biretiyê ji van zaliman re dikare bersiv bê dayîn"

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin divê Misliman ji xewa xefletê şiyar bibin û bibin yek û pêwîst e li dijî van êrîşan bisekinin  û dû re wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: " Ew dijminên xwînmij û emperyalîst ên ku dijmintiya Xweda û Resûlê Wî dikin di van rojan de jî kîn û nefretên xwe bi şikleke eşkere tînin zimên. Encax bi ruhê yekîtî, wehdet û biretiyê ji van zaliman re dikare bersiv bê dayîn. Îro pêwîst e Misliman ji wê xewa xefletê ya ku tê de ne demildest hişyar bibin û xwe bi wê reçeteya ku Xweda bo Mislimanan ferman kiriye bigrin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir