• DOLAR 34.158
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2915.384
  • ...
Li Mêrdînê operasyona tiryakê: 24 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê operasyona tiryakê hat lidarxistin.Di serdegirtinên ku li 7 bajêran di heman wextî li 8 adresên cuda hatin kirin de 54 kîlo esrar hat bidestxistin. Di operasyonê de 24 kes hatin binçavkirin. Ji 24 kesên ku  sewqî edliyê hatin kirin 15 kes hatin girtin û hatin şandin girtîgehê.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, Midûrtiya Ewlehîyê ya Mêrdînê li dijî tiryakfiroşên ku piştgiriya PKKê ya maddî dikin operasyon da destpêkirin. Di operasyona ku li 7 bajarên cuda hat lidarxistin de 54 kîlo û 35 gram esrar û 8 demançeyên bê rûxset hat bidestxistin. Di encama operasyonan de 24 kes hatin binçavkirin.

Gumanbarên ku hatin anîn Mêrdînê piştî muameleyên li ewlehiyê sewqî edliyê hatin kirin. Ji  gumanbarên ku îfade dan dozgerê komarê yê ku lêpirsînê birêve dibir tev de 9 kes hatin berdan û 15 kes jî bi teleba girtinê sewqî mehkemê hatin kirin.

Gumanbarên ku derketin pêşberî hakim hatin girtin û hatin şandin Girtîgeha Girtî ya  Tîpa Eyê ya Mêrdînê.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir