• DOLAR 34.167
  • EURO 38.065
  • ALTIN 2920.905
  • ...
"Divê em ji perwerdehiya têkel xilas bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şubeya Wanê yê Egîtîm-Bîr-Senê Osman Ayşîn ji ber destpêka heyama Perwerdehî û Hindekariyê ya sala 2017-2018an  ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Ayşîn di daxuyaniya ku da de derheqê mijarên mîna perwerdehiya têkel, pergala perwerdehiyê,  tayînkirina mamosteyan û mijarên hwd. nirxandin kir.

Ayşîn di axavtina xwe de qala wê zirara ku perwerdehiya tevlîhev dide serkeftinê kir û wiha got: " Me her tim diyar kir ku em li dijberê vê  perwerdehiyê ne û em niha jî dibêjin ku em dijberê vê perwerdehiya têkel in. Divê em demildest ji perwerdehiya têkel xilas bibin. Li welatên Ewrûpayê jî ev gelek zêde hat nîqaşkirin. Lewra divê perwerdehiyeke ne tevlîhev hebe. Me mînakên van dît.  Me dît ku di perwerdehiyên ne tevlîhev de serkeftin zêdetir e. Bi ya  me di dewreke ku lê teknolojî pêşve çûye û ew perwerdehiya ne tevlîhev a ku li Ewrûpayê heye de serkeftin zêdetir heye ku delîlên van jî heye. Li welatê me di wan mektebên îmam xatîban de perwerdehiya têkel tê rakirin, em ê fêkiyên vê yekê di salên pêşiya me de bibînin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir