• DOLAR 34.158
  • EURO 38.217
  • ALTIN 2934.441
  • ...
"Girtina Deriyê Sînorê ya Habûrê ne li gor berjewendiya tu kesî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Herema Kurdistana Iraqê Neçîrvan Barzanî di avahiya serokwezîrtiyê de pirsên rojnamegerên ku ji Tirkiyê hatibûn bersivand û derheqê referandûm, pêwendiyên bi Tirkiyê re û gotûbêjên ku dê bi Iraqê re bên kirin de daxuyaniyên girîng da.

Barzanî  derheqê xeta neftê de diyar kir wanaya neftê di destê Tirkiyê de ye û wiha got: " Lê belê hevpeymaneke me ya ku bi Tirkiyê re hatiye îmzakirin heye. Bereks em hewil didin xeteke xaza sirûştî bikşînin."

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew naxwazin referandûm wek gefeke li dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bê dîtin û wiha got: " Pêwendiyên me yên bi Tirkiyê re ne ji mêj ve hene û ew ê dewam bikin. Teqez em ê sînoran neguherînin. Ew ê sînor wek xwe bimînin. Em dixwazin bi Tirkiyê re gotîbêjê pêşve bibin."

Barzanî diyar kir "Em di rêya serxwebûnê de şer naxwazin" di berdewama axavtina xwe de wiha got: " Em di warê çareseriyê de dixwazin bi Baxdayê re gotûbêjê bikin. Tirkiye deriyê me ya ku li derve tê vekirin e. Em ê bo heremê bibin faktora îstîqrarê."

Barzanî di berdewama axavtina xwe de derheqê tetbîqeta ku li sînor tê kirin de jî wiha got: "Ez bawer dikim ew ê ew tetbîqat di nav sînorên me de neyê kirin. Encax ger derbasbûna sînorên me bifikrin em ê teqez helwestekê nîşan bidin. Encax tiştekî wisa hêvî û zen nakim."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir