• DOLAR 34.182
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2935.096
  • ...
 "Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Bingolê "Torena Vekirina Sala Akademîk a Sala 2017-2018" û konferansa "Pêşveçûna Heremî û Ekonomiya Navteweyî" hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmazê ku beşdarî merasîmê bû axavtinek kir û enflasyon û bêkariyê nirxand.

"Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin"

 Yilmaz di axavtina xwe de diyar kir ew tehmîn dikin di dawiya vê salê de enflasyon dakeve xaneya hejmarekî û axavtina wiha domand: "Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin. Lewra me di vê pêvojoyê de gelek îstîhdam kirin. Di sala 2012an de li tevahiya Tirkiyê hejmara kesên ku dixebitîn 19 milyon bû. Lê belê îro ev hejmar bûye 28 milyon. Lê mixabin hêj jî rêjeya bêkariyê daneketiye."(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir