• DOLAR 34.174
  • EURO 38.171
  • ALTIN 2910.114
  • ...
 "Ger me ji Kerbela ders wergirtibana em ê Kerbelayên nûnejiyabana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê GIştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek ji ber minasebeta 1378emîn salvegera  qetlîama Kerbelayê diyar kir ji ber  ku Misliman ji Qetlîama Kerbaleyê ders wernegirtine li cografya Îslamê îro Kerbelayên nû tê jiyan.

"Em ê digel van bereket û êş û eleman cardin wek ummet vê yekê yad bikin"

Şîmşekê ku diyar kir ew hewadîsa bi êş û elem a Kerbelayê dê cadin di roja xwe de bê yadkirin derbarê mijarê de wiha axivî: " Malûmê we ye em di meha Muharremê de ne ku ev meh yek ji wan mehên haram e. Di vê meha mibarek de bûyerên girîng ên mîna qebûlbûna tobeya Hz. Adem, bicîbûna keştiya Hz. Nuh li ser Çiyayê Cûdî û tiştên mîna van qewimîne. Dema ku meha Muharremê tê gotin wekî din jî  ji teref Yezîd ve bi şikleke wehşiyane û hovane qetilkirin û şehîdkirina Hz. Huseyîn û 72 yarenên wî tê bîra me. Em ê di van rojan de meha Muharremê pêşîwazî bikin. Em ê digel van bereket û êş û eleman cardin wek ummet vê yekê yad bikin."

 "Her derê cografya Îslamê bûye Kerbela"

Şîmşekê ku diyar kir "Dema ku tê gotin Hz. Huseyîn du zihniyet tên bîran" wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ku qala 10ê Muharrem, Aşûre, Hz. Huseyîn tê kirin  bêşiphe  du zihniyet tê bîran. Yek ji wan zihniyeta yezîdî û yan din jî helwesta û sekna bi izzet a li hember zilm, neheqî û bêedaletiyê. Mixabin ji ber ku em wek ummetê wê hewadîsa dîrokî baş fêm nekir, tahlîl nekir û jê ders wernegirt  li her dera cografyaya Îslamê Kerbela ye. Zihniyetên Yezîdî her derî dorpêç kiriye, Misliman îro mazlûmiyeta Huseynî dijîn. Li alema Îslamê Arakan, Sûriye, Iraq û Filistîn wisa ye. Li her derê  zalim û birêveberên mensûba zihniyeta yezîdî Mislimanan bi hovîtî qetil dikin û  her deran tarûmar dikin."

 "Divê em cardin Kerbelayê tahlîl bikin"

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de diyar kir çawa ku konên Hz. Huseyîn hatibin şewitandin bi heman awayî îro jî memleket û malên Mislimanan jî tên şewitandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ger em Kerbelayê baş xwendibana, ders wergirtibana em ê wê demê cografyaya xwe cardin ji taxutan re ji zihniyetên yezîdî re teslîm nekiribana û em ê van êş û eleman nejiyabana. Ji ber wê yekê ez bawer dikim ku pêwîst e em vê bûyera dîrokî baş telîl bikin û ders jê werbigrin. Ger  Misliman nebin xwediyê zihniyeta Huseynî û nebin xwediyê şiûrê wiha xuya dike ku pergalên yezîdî dê zilmên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em cardin bi vê minasebetê wan şehîdan bi rehmet yad dikin. Bila meha Muharremê û Aşûre bo me tevan bibe wesîleya xêran."(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir