Li Bismilê qeza: 4 kes birîndar û 25 mih jî telef bûn
Di qezaya ku li Bismila Diyarbekirê pêk hat de 4 kes birîndarû 25 mih jî telef bûn.
Hat ragihandin li Taxa Tepeya Bismilê derdora seat 19.00an de qamyoneta bi plaqeya O1 AHK 86 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn ket nava keriyê pez a Ferîd Yildiz.
Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên di nava qamyonetê de birîndar bûn û keriyê pez jî 25 mih telef bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Piştî ku rê ji mihên ku telefbûne hat paqijkirin re rê ji trafîkê re hat vekirin.(ÎLKHA)