• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Barzanî:"Ev 25 sal in me îspatkiriye ku em faktorê gefê nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî piştî referandûma serxwebûnê cara ewil daxuyanî da. Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de pêşî ji welatiyên ku li ser sindioqan dengê erê dane re teşekur kir  û diyar kir ew 25 sal in  me îspatkiriye ku em faktorê gefê nînin.

 "Rê li ber hevdîtinan negrin"

Barzaniyê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir êdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û divê rê li ber hevdîtinan neyê girtin. Barzanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em ji niha pê ve dixwazin hevdîtinên girîng û ciddî bi Baxdayê re bikin. Bi we re gelek zêde tecrubeyên me hene. Çûyîn û hatinên me çêbûne. Werin di şûna tehdîdan de em hevdîtinên samîmî û dostayene bikin. Referandûm ne ji bo ferzkirina fikrên fermanî û xêzkirina sînoran bû. Banga me ji Serokwezîr Îbadî û ji kesên ku bawerî bi gotûbêjê tînin re ev e: Rêyên hevdîtinên negrin."

"Ji ber ku makeqanûn hatiye îhlalkirin em xwediyê mafa tayînkirina çarenûsa xwe ne"

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew 25 sal in  wan îspatkiriye ku ew bo Tirkiye û Îranê faktorê gefê nînin, encax bo wan faktora îstîqrarê ne. Barzanî dû re wiha pê de çû: "Ji ber ku makeqanûn hatiye îhlalkirin em xwediyê mafa tayînkirina çarenûsa xwe ne.  Ên ku dawîbûna îttîfaqa Kurd-Şîîyan diqerîne hûn in. Hewce ji domandina tecrubeyeke biserneketî tunye. Banga min bo hikûmeta Iraqê ev e: ji dêla cezakirin û danekirinan de em dest bi gotûbêjê bikin. Bo her du terefan jî rêya herî baş gotûbêj e. Ew îxtîlafên sîyasî yên di navbera hikûmetan de divê nebin sedema rageşiya gelan de."

 "Me îspatkiriye ku em faktorê gefê nînin"

Barzaniyê ku diyar kir 'Ez ji welatên cîranan teleb dikim ku bo çareseriyê bibin alîkar' axavtina xwe wiha domand: " Em wê helwesta ku di dema êrîşên kimyewî û koça mezin de ji teref Tirkiye û Îranê ve hatine nîşandan heqîqeten teqdîr dikin. Ew 25 sal in ku me îspatkiriye ku em faktorê gefê nînin, me her tim vebijerka aştiyê bijart."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir