• DOLAR 32.557
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2458.321
  • ...
Yapicioglu: Ger hûn bibin xwediyê pergalê ev yek bo we destpêka dûmahîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di axavtina xwe ya ku li 2yemîn kongreya awarte ya Teşkîlata Navçeya Kanîreşa Bingolê kir de destnîşan kir îqtîdar di van pêlên dawî de gotinên zêde neteweperest dike û got "Ger ew kesên ku tên îqtîdarê bibin xwediyê pergalê, ev yek bo wan destpêka dûmahiyê ye."

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'Ew partiya ku niha hikûmet e û cara ewil dema ku di sala 2002an de hat îqtîdarê weke ku ji pergalê re muxalefet dikir tevdigeriya û xêzeke wisa xêz dikir. Ez bi xemgînî diyar dikim, piştî ku 15 sal ji ser re derbas bûn re ew kes bûn xwediyê pergalê û dewlet dîsa vegeriya li ser kodên xwe berê. Zihniyeta Kemalîst cardin şeyranqûnî bû ango derket meydanê." û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "

Hikûmeta AK Partiyê ya niha dest bi teslîmkirina kadroyên dewletê ya ji zihniyeta berê  re kir. Ziman heta ku tu bes bû neteweperest. Ez ditirsim ku ev yek bibe sedema dabeşbûnê. Berî vê çend rojan min gotibû û niha dîsa dibêjim. Neteweperstbûna zimên bes ji wê zihniyetê re xizmet dike. Mêze bikin di 16ê Nîsanê de referandûmek hat kirin, referandûma guherîna makeqanûnê. Hat gotin ka bila pergala hikûmetê bê guhartin an na? Ger were bîrên we jî di pêvajoya wê referandûmê de zimanê hikûmetê bo rayên milletperestan bistîne hêdî hêdî ber bi neteweperestiyê de çû. Zêde pê ve çûn. Di encamê de çi bû? Hemû kesên ku encamên referandûmê şopandin bi şikleke baş dizanin li wan derên ku lê tê dihat hêvîkirin raya milletperestan  ji wna re bê dayîn feyde neda guhertina makeqanûnê. Ev yek derket holê? Belê wisa çêbû. Dîsa digel temamê van gotinên milletperestî  li 22 wilayetên ku lê nifûsa Kurdan zêde heye rayên 'erê' li ser rêjeya Tirkiyê re derketin. Gelo li Tirkiyê rêje çi qas bû? Ji sedî 51,42. Baş e, gelo me hûn rêjeya van 22 welatan dizanin? Ji sedî 56,75. Ev rêje nêzî pênc û pênc û nîv puan ji ser rêjeya Tirkiyê ye. Dibe ku ji ber bê yekê serokkomar hema piştî referandûmê  got ku 'ji birayên min ên HUDA PARî re haseten teşekur dikim."

 "Ger hûn bibin xwediyê pergalê ku ji xwe hûn bûne xwediyê wê, wê demê ev yek bo we destpêka dûmahiyê ye"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'Ger hûn li îqtîdarê bin, ger wê hêza xwe zêde kiribe  û ger îqtîdara we hêj berdewam dike ev yek ji ber ku we xeletiyan anîbezimên e. Lê ger hûn bibin xwediyê pergalê ku ji xwe hûn bûne xwediyê wê, wê demê ev yek bo we destpêka dûmahiyê ye." û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em niha bang li hikûmetê dikin û dibêjin; mêze bikin, ev gotinên hamasî û neteweperes a zêde çawa ku berê bi we nedabin qezenckirin dê niha jî dê nedin qezenckirin. Mêze bikin hilbijartina pêşiya me di sala 2019an deye. Jê re sal û nîv ma. Piştî sal û nîvê 3 hilbijartin hene: hilbijartinên şaredariyê, serokkomartiyê û parlementoyê.  Ger hûn dibêjin em ê rayên li wê derê bistînin; ez ji vê derê cardin dibêjim û ez we hişyar dikim:Naxêr heta ku xwediyê wan gotinan hebe, tu kes berê xwe nade wan kesên taqlîdkar. Ji xwe kesên ku van tiştan dibêjin hene. Ger hûn ev 15 sal in li îqtîdarê ne û ger her ku diçe hêza we zêde dibe  û îqtîdara we berdewam dike ev yek ji ber ku hûn li ser xeletiyan rawestiyan e. Lê ger hûn bibin xwediyê pergalê ku ji xwe hûn bûne xwediyê wê, wê demê ev yek bo we destpêka dûmahiyê ye."

 "Millet ji nû ve ji tesîskirina edaletê re hesret maye"

Yapiciogluyê ku di axavtina xwe de bênavber qala girîngiya 'edaletê' kir  û diyar kir em wezîfedar in ku li meydanan xwe rave bikin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Lewra îxtîyaca vî milletî ji HUDA PARê û ji şîar û bernameya HUDA PARê re heye. Millet ji nû ve ji tesîskirina edaletê re hesret maye. Edalet wek av û nan îxtîayceke acîl û bi lez e. Dibe ku hinek kes ji vê yekê nehaydar bin. Dibe ku hinek kes fêm nekiribûn ew ê ev yek çawa  bê anîn, dibe ku bi heqê wê nas nekin; dibe ku serê hinek kesan tevlîhev bûbe û hatibe tevlîhevkirin.  Dibe ku hinek kes me nas nekiribin û bi heqê wê nas nekiribin. Ji vê bawer bikin; ger em vê projeya medeniyetê parîkek din bi şikleke baş ji însanan re rabigihînin û bibêjin  bi izna Xwedê ew ê ev xelk her roj mezin bibe û ew ê her roj tava edaletê  hinekî din nêzî ser vî welatî bibe û bi izna Xwedê ew ê tava edaletê li ser vî welatî derkeve û bilind bibe. Lê belê ew ê ev yek ji ber xwe ve çênebe. Ji bo ku ev yek çêbibe mitleqa divê birayên me bixebitin."

 "Bo ku edalet bê tesîskirin pêdiviya xelkê ji HUDA PARê re heye"

Yapiciogluyê ku diyar kir bo edalat bê tesîskirin îxtiyaca xelkê bi HUDA PARê û bo ku HUDA PAR jî van meseleyan çareser bike  îxtiyaca wî bi xelkê heye. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji mesûliyetên me yek jî ma ne ev e? Dema ku me munker û xirabiyek dît, ger ji destên me tê  divê em mudaxeleyî wê bikin. Ger em nikaribin mudaxeleyî bikin divê bi zimanê xwe û ger em ji heqî wê jî dernekevin divê em buxzî wê bikin. Ma ev ne wisa ye? Ev yek bo me fermanek e.Başe, li ber serê me gelek munkerat tên kirin, gelo em dikarin bi destên xwe mudaxeleyî wan bikin? Naxêr. Niha em tenê dikarin bi zimanê xwe mudaxeleyî wan bikin, em tenê dikarin bi zimanê xwe bibêjin. Ji ber vê yekê bo ku em karibin mudaxeleyî wan xeletiyan bikin pêdiviya me ji destek û piştevaniya xelkê re heye. Bo edalat bê tesîskirin îxtiyaca xelkê bi HUDA PARê û bo ku HUDA PAR jî van meseleyan çareser bike  îxtiyaca wî bi xelkê heye. Wê desteka pêwîst hûn kadroyên hur temîn bikin."

 "Me soz daye ger di aleyha me de be jî em ê bibin  şahidên adil"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Rêya me heq, doza me însaniyet û teleba me edalet e" û dû re wiha pê de çû: "Birayên min! Ger bi rastî jî em partiya xwe, şîarên xwe, helwestên xwe û wan çareseriyên meseleyan ên ku em wanan pêşwaz kirine bi şikleke dirist ji însanan re teqdîm bikin, ez bawer dikim ku  ew ê ew xelek berfirehtir bibe. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ku hûn cehd û xeyreta xwe zêde bikin. Pêdiviya memleket ji şahîdiya adil re heye. Rêya me heq, doza me însaniyet û teleba me edalet e. Me soz daye ger di aleyha me de be jî em ê bibin  şahidên adil. Hûn pêdiviya memleket ji vê re heye û hûn vê yekê dizanin.  Pêdiviya memleket a ji vê re û îxtiyaca me ya ji desteka însanan, xelk û millet re me mecbûr dihêle ku em zêdetir bixebitin."

 "Serkeftin ew tişt e ku li ser xêzeke rast domandina meşê ye"

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir serkeftina rast  li ser îstîqametê mayîn e û dû re wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: "Digel temamê hewildanên me ger em bi ser nekevin jî dîsa em ê xwe sernekeftî nehesibînin. Min her tim got û cardin dibêjim:  Serkeftin ne tenê girtina zêdetir rayan e, standina desteka ev qas an jî ew qas însanan nîn e. Serkeftin li ser îstîqametê mayîn e. Serkeftin ew tişt e ku li ser xêzeke rast domandina meşê ye. Bi izna Xwedê ji roja ku em derketine rê heta îro em ji ser wê rêya rastetast derneketine û em ê ji îro pê ve jî meşa xwe ya li ser wê îstîqametê bidomînin."(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir