3 PKKyiyên ku bi roketan êrîşî konvoya eskeriyê kirin hatin kuştin
Li Çelêya girêdeyêColemêrgêji teref PKKyiyan ve êrîşa bi roket hat kirin. Di encama êrîşê de 3 PKKyî hatin kuştin.
Ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat destnîşankirin ku di 27ê Îlonê, saet 01.30î de li devera Kovan Tepeya girêdayê gundê Ogula Colemêrgê, kesên PKKyî bi roketan êrîşî konvoya leşkeriyê ya ku di îstîqameta Çelê-Wanê de diçû kirin.
Piştî êrîşa roketî, cendirmeyan bi balafirên bê însan noqteyên êrîşê tespîtkirin, noqteyên ku hatin tespîtkirin bi tank û qobreyên zirxî hatin lêdan û rêyen revê hatin girtin. Di berdewama daxuyaniyê de her wisa hat diyarkirin bi balafirên bêînsan ên çekdar jî noqteyên ku hatine tespîtkirin hatine bombebarankirin.
Di dawiya daxuyanîyê de cîh hat dayin van gotinanan: " Tîmên Harekata Taybet a Cendirmeyan hat sewqkirin cîhê bûyerê, di dema lêgerîn û sehîkirinê de pîrekek û 2 zilam ên ku mensûbê rêxistina dabeşker a terorê ne hatin berterafkirin û 2 roket, 2 roketavêj, 3 keleşkof, 3 çenteyên piştê, çenteyekî ku mekanîzma bombê tê de bicîhkiriye û şemsîyek hat bidestxistin".(ÎLKHA)