Rêjeya beşdarbûna referandûma serxwebûnêji sedî 72,16 e
Hat ragihandin rêjeya beşdarbûna referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê ji sedî 72,16 e.
Li gor daneyên Komîsyona Referandûm û Hilbijartina Bilind a Herema Kurdistanê di referandûma serxwebûnê ya ku doh li Herema Kurdistana Iraqê hat kirin de ji sedî 72,16ên xelkê beşdarî referandûmê bûn.
Referandûm di 08.00ên şeveqê de dest pê kir û 19.00ên êvarî bi dawî bû. Hat diyarkirin 4 milyon 581 hezar û 255 kes xwediyê mafê dengdayînê bû.
Li gor daneyên ne fermî rêjeyên beşdabûnê wisa ne: Hewlêr ji sedî 86, Duhok ji sedî 90, Kerkuk ji sedî 78.77, Deşta Nînowayê ji sedî 86, Hanekîn ji sedî 92, Akrê ji sedî 94, Gulala ji sedî 78, Zaxo ji sedî 94, Karatepe ji sedî 62, Cebare ji sedî 76, Soran ji sedî 86, Mahmur ji sedî 87,3, Amediyê ji sedî 89, Çoman ji sedî 91, Mergesor ji sedî 98, Rewanduz ji sedî 90. (ÎLKHA)