• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend rojên jimartî ji referandûma serxwebûna Kurdistana Iraqê re man. Beriya referandûma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Herema Kurdistana Iraqê bê kirin xelkê Hewlerê dest bi pîrozbahiyan kir. Di dîmenên ku ji teref ÎLKHAyê ve hatine kişandin de tê dîtin ku ji mezinan bigre heta biçûkan temamê xelkê Hewlêr bo pîrozbahiyên serxwebûna referandûmê xwe berdan kolanan.

Xelkê Hewlêrê yê ku piştî kar xwe berda kolan û meydanan bi wesayîtan li anva bajêr geriyan  û kêfxweşî û bextewariya xwe  ya bo referandûmê nîşan dan û tevlî pîrozbahiyan bûn.

Di bin van siya pîrozbahiya di encama civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan civiya de danezanek hat weşandin û hat xwestin ku dev ji referandûmê de bê berdan. Lê belê Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bi daxuyaniya ku da diyar kir piştî vî wextî referandûm nayê paşvexistin.

Her wisa Kerwan Celal derbarê dengên ewil ên ku hatine dayîn de diyar kir "Di referandûmê de dengê ewil li Çînê hatiye dayîn.(ÎLKHA)
 



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir