• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku bi puana îmtîhan KPSSya 2016an hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin ku ew ji ber vê yekê  ji rayedaran teleb kirin da ku di vê mijarê de hesas bin û mexdûriyetên wan ji rastê bê rakirin.

Mehmet Emîn Pîşkînê kku 17 salan bo mamostetiya wênê amadehiyê kir û digel ku heqên wî yên memnû hatibin îaedekirin û tayîna wî hatibe kirin jî ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikare dest bi wezîfê bike.

Pîşkîn di daxuyaniya ku da de diyar kir ew piştî salên 2000an cardin bo zanîngehê xebitiye û beşa mamosteyiyê qezenc kiriye û bi şikleke serkeftî beşa xwe xelas kiriye. Pîşkîn dû re wiha got: " Ez ketim KPSSê û tayîna min hat kirin. Herî dawî piştî 6 mehên ku jê re pêvajoya lêpirsîna ewlehiyê min xeber stand ku ez nehatime tayînkirin. Digel ku heqên min ên memnû hatibin dayîn û digel ku tu asteng li ber tayîna min tuneye dîsa jî ez li benda tayîna xwe me. Ez jî nizanim çima ez nayên tayînkirin."

Mexdûrekî din ê bi navê Mehmet Guneş jî derheqê mijarê de diyar kir ew di sala 2017an wek namzedê astengdar hatiye tayînkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Min temamê ewraqên xwe spart Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî. Ji min re gotin ku ew ê lêpirsîna ewlehiyê bê kirin. 3 meh derbas bûn û tayîna wan hevalên min ên ku dê bibin emsal hatin kirin. Min li Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî geriya. Ji min re gotin ku hêj endama lêpirsînê  nehatiye. Piştî çendakî min dîsa ji wan pirs kir. Bêyî ku sedem û hincetekê nîşan bidin ji min re bersiveke neyînî dan."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir