• DOLAR 32.459
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2448.357
  • ...
 "Xwendekarên qîz divê karibin bi tesettura xwe li temamê mekteban bixwînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Karên Perwerdehiyê ya HUDA PARê ve ji ber minasebeta sala perwerdekarî û hîndekariyê ya sala 2017-2018an peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de derheqê mijarê mîna perwerdehiya têkel, mufredat, navaroka kitêbên dersê, perwerdehiya zimanê zikmakî û tayînên mamosteyan de nirxandinên balkêş hatin kirin.

 Di wan rojên borî de li mektebeke taybet ji ber xwendekara qîz bi tesettur bû qeyda wê hat xerakirin. Di peyamê hat weşandin de  bal hat kişandin li ser vê meselê  û hat diyarkirin divê xwendekarên qîz karibin bi tesettura xwe li mekteba ku dixwazin bixwînin.

"Meseleya tesetturê divê bê xistin bin temînata makeqanûnê"

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin di nava civakekê de asta perwerdehiyê çi qas baş be ew ê di nava civakê de pêşvaçûn ew qas zêdetir bibe û dû re derheqê meseleya xwendekarên qîz ên ku dixwazin bi tesettur perwerdehiyê bibînin wisa nirxandin hat kirin: " Hikûmet li welatê ku ji sedî 99ê welatiyên wê Misliman in wezîfedar e ku li mekteban ji wan re agahiyên bingeh ên Îslamê bide hînkirin û heqê tu kesî tuneye ku li  ber vê re rabe. Di warê perwerdehiyê de perwerdehiya têkel hêj berdewam dike. Divê ev perwerdehiya têkel a ku ne li gort bawerî, exlaq û orfa xelkê ye ji mecbûrbûnê bê derxistin û divê îmkan bên tesîskirin da ku xwendekarên qîz û law li mektebên cuda perwerdehiyê bibînin. Her wisa meseleya tesetturê divê bê xistin bin temînata makeqanûnê. Divê verastkirinek bê kirin da ku temamê xwendekarên bi tesettur li mekteba ku dixwaze lê bixwîne perwerdehiyê bibîne. Her wisa divê pergela îmtîhanê bê verastkirin da ku nebe sedemên mexdûriyetan. Dîsa divê verastkirin bên kirin da ku hemû kes karibe bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibîne. Divê ew mijarên ku ne li gor bawerî û exlaqê ne ji mufredatê bên derxistin û dawî li wê bêedaletiya ku di warê tayînkirina mamosteyan de tên kirin bê anîn."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir