• DOLAR 32.395
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2396.856
  • ...
Li Diyarbekirê operasyona tiryakê: 4 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Licê û Karazê operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonên ku li Licê û Karaza Diyarbekirê hatin kirin de 99 hezar kenewîr kok û 280 kîlo esrar hat bidestxistin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di encamên operasyonên ku hatin kirin de li herema Gundê Yalazaya Licê 185 kîlo esrarê toz, li heremên Gundên Gozebaşi û Gokçena Karazê jî 99 hezar û 572 kenewîrên kok û 95 kîlo esrarê kubar hat bidesxistin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de her wisa hat diyarkirin 4 kesên ku têkiliya wan bi bûyerê re hebûn jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir