Hevalên wan dest bi mektebê kirin lê ew dixebitin
Li Rihayê digel ku îro mekteb dest pê kiribin jî, hêj xwendevanên ku nikarin biçin mekteban hene. Zarokên Rihayî yên ku derfata wan a aborî nebaş e ji naçarî ji dêla ku biçin mekteba xwe diçin di nav erdan de dixebitin.
Heyama Perwerdekarî-Hîndekariyê ya sala 2017-2018an dest pê kir. Digel destpêkirina mekteban bi milyonan xwendekar dest bi mektebê kirin, lê belê li gundê Hervaniya Wêranşara Rihayê xwendekarên ku di karên zireatê de dixebitîn neçûn mektebê. Lewra zarok hewil didin mesrefên xwe yên mektebê derbixin û ji malbatên xwe re nebin bar.
Îbrahîm Xelîl Ozgeyçiyê ku diyar kir ew her sal an li gundê xwe an jî li derveyî bajêr wek karkerê zireatê dixebitin derheqê mijarê de wiha axivî: "Em li vê derê avdanê dikin û pembû berhev dikin. Mekteb vebûn, lê belê zarokên me digel me li vê derê dixebitin. Ez naxwazim zarokên min ji dersên xwe bimînin. Zarokên min dibêjin 'rewşa te ya aborî ne baş û em ji ber vê yekê naxwazin niha biçin mektebê. Em mehekî din bixebitin, mesrefên xwe yên mektebê derbixin û dû re em ê biçin.' Ez dixwazim biçin mekteba xwe. Pereyên ku em li vê derê qezenc dikin exlebe diçe mesrefên mektebê yên zarokan."
Asîya Ozgeyçiya xwendevana pola 9emîn e derheqê mijarê de diyar kir ew bo mesrefa mektebê derîne di nav erd de dixebite û wiha got: " Mekteb vebûn, lê ez nikarim biçim. Ji ber ku rewşa malbata min nebaş e ez di nav zeviya pembû de dixebitim. Ez bo mesrefa xwe ya mektebê derînim dixebitim."
Meryem Ozgeyçiya xwendekara pola 8emîn jî derbarê mijarê de diyar kir ew jî ji ber ku rewşa malbata wê nebaş e û bo karibe mesrefên xwe yên mektebê derîne di berhevkirina pembû de dixebite.(ÎLKHA)