Sekreterê Giştî yê NYyê di warê "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" de hişyarî da
Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di warê "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" ya ku dê di 25ê Îlonê bê kirin de hişyarî da.
Hat ragihandin Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di warê "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" ya ku dê di 25ê Îlonê bê kirin de hişyarî da û diyar kir "pêwîst e gavên bi yek teref neyên avêtin."
Stephane Dujarricê Berdevkê Guterresî yê ku li New Yorkê daxuyanî da diyar kir "Sekreterê Giştî bawer dike ku ew gavên yek teref ên ku ew ê di warê referandûmê de bên avêtin dê di warê micadeleya bi DEAŞê de, di warê ji nû ve înşakirina warên ku hatine bidestxistin de û di warê cardin bi şikleke ewlehî vegera 3 milyon penaberan a welatên xwe de bi sedema mişkîleyan."
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê ew mişkîleyên di navbera Birêveberiya Kurdistana Iraqê û Hikûmeta Iraqê de bi gotûbêjê bên çareserkirin.(ÎLKHA)