• DOLAR 32.542
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2444.345
  • ...
Yetîm-DeraEwrûpayê destê alîkariyê dirêjî Arakanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê cara duyemîn di bergeha "Faaliyetên Alîkariya Acîl de" ji Arakaniyên ku ji zilmên hikûmeta Myanmarê û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe sipartina kampên li Bangledeşê destê alîkariyê dirêj kir.

Weke ku tê zanîn li Arakanê bi hezaran Mislimanên Arakanî ji teref artêşa Myanmar û çeteyên Bûdîst ve bi şikleke hovane û wehşiyane hatin qetilkirin û bi sedhezaran Mislimanên Arakanî jî ni naçarî war û welatên xwe terk kirin û xwe spartin kampên li ser sînora Bangledeşê. Yetîm-Dera Ewrûpayê cara duyemîn di bergeha "Faaliyetên Alîkariya Acîl de" ji Arakaniyên ku ji zilmên hikûmeta Myanmarê û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe sipartina kampên li Bangledeşê destê alîkariyê dirêj kir.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derheqê xebatên alîkariyê yên ku ji teref saziyên wan ve bo Arakaniyan tên kirin de daxuyanî da. Ateş di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir xebatên wan yên alîkariyê bo Arakaniyan bênavber berdewam dikin.

Ateş di berdewama daxuyaniya xwe de bang li xêrxwazan kir û wiha got: " Xebatên me alîkariyê bo Arakaniyan berdewam dikin û em hewil didin wan bexşên ku ji teref xêrxwazan ve ji me re hatine dayîn bigihijînin Arakaniyên mexdûr. Em cardin hemû kesên ku li hember vê qêrînê bêdeng namînin vedixwînin kirina destek û alîkariyê. Pêdiviya av, erzaq û konan heye. Em bi wan alîkariyên ku xêrxwaz dane me hewil didin pêdiviyên Arakaniyan tedarik bikin."(ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir