• DOLAR 32.585
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2460.319
  • ...
Tizbîha 150 salane bi 30 hezar dolarî tê firotin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bazara ku çend rojên jimartî tên danîn de bihaya tizbîhan kesê ku dibînin ecêbmayî dihêlin. Lewra ji 5 TL bigre heta 30 hezar dolaran tizbîh tên firotin. Kesê bi navê Ugur Enguderoglu yê ku karê tizbîhvantiyê dike derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Enguderoglu diyar kir di bazarê de tizbîha herî biha tizbîha 211 gram  ya ku kehrîbara jidandî ya Osmanî ye, ev tizbîh xwediyê 150 salane ye û   bihaya wê jî 30 hezar dolar e.

Enguderoglu di berdewama  axavtina xwe de diyar kir grama tizbîhan ji ya zêran bihatir e û dû re wih ali axavtina xwe zêde kir: "Tizbîha me ya Osmaniyan e û kehrîbara jidandiye. Ev tizbîh xwediyê dîrokeke 150 salane ye. Ez ji Diyarbekirê hatin Êlihê. Em li wan çayxaneyên ku lê tizbîhvan kom dibin dezgehekê vedikin. Ev tizbîh li benda xwediyê xwe ye da ku bê kirîn. Tizbîha me nêzî 211 gramî ye û 30 hezar dolaran tê firotin."

 "Rabirdûya   kehrîbarê digihije Osmaniyan"

Enguderogluyê ku diyar kir feydaya tizbîhan li tendduristiya însên heye di berdewama axavtina xwe de wih axaivî: " Kevirên  kehrîbarên damla yên 10 û 20 milyon salane hene ku li gor rivayetan feydeyên wan bo nexweşiyên mîna guatir, stres  û hwd. heye.  Ev cûr kehrîbar exlebe ji behrên welatên baltikê tên derxistin. Cûrbecûr çeşîtên wê hene. Rabirdûya tizbîhan digihije Osmaniyan. Ji ber ku ev yek di Osmaniyan de wek çandekê bû li temamê dinyayê belav bûye û niha gelek kesên ku nexweşên tizbîhan in hene.Her wisa tizbîh bi niyeta şifayê jî tê bikaranîn."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir