• DOLAR 32.482
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2442.57
  • ...
Di navbera du malbatan de pevçûn: 14 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kerborana Mêrdînê  Selîm B.yê ku li taxa Herdexê îqamet dikir Songul Ç.ya ku li taxa Germeroyê îqamet dikir bo lawê xwe revand û bir danî ba naskiriyên xwe.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn  naskiriyên mala qîzê çûne taxê. Li taxê di navbera malbata ku qîzê revandibû û naskiriyên qîzê de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de kêr, kevir û çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûnê  de 3 kesên ku navên wan nayên zanîn û kesên bi navê Emîne S, Elîf K, Gurbet K, Methî K, Saît K, Hasan K, Beşîr S, Ahmet S, Mahsum B, Abdulsamet A, Adîl A. birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de 10 kes jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir