Navê Yasîn Boru dê li Bucayê bê jiyandin
Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku li Bucaya Îzmîrê xîtabî xelkê kirdestnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda werzîşê ya Bucayê bê dayîn.
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ziyaretinan çû Bucaya navçeya Îzmîrê û beşdarî merasîma avêtina temelê bû. Dû re jî xîtabî xelkê kir.
"Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin dê li Bucayê bijî"
Yildirim di axavtina xwe ya ku li Bucayê kir de destnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda ciwaniyê bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em ê demeke şûn de vekirina navenda ciwaniyê ya ku hûn li kêlekê dibînin bikin. Ew ê navê wê bibin Navenda Ciwaniyê yê Yasîn Boru. Ma hûn dizanin Yasîn Boru kî ye? Ewladê me yê xort ê 16 salî weke îro tê bîra me ku ji teref rêxistina terorê PKKyê ku alçaq e ve bi şikleke hovane û wehşiyane hat qetilkirin. Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin li Bucayê bijî."(ÎLKHA)