Çeteyên Bûdîst li Êlihê hatin telînkirin
Şaxa Êlihê ya Cemiyeta Mustezafan, êrîşên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst veli hember Mislimanên Arakanî tên kirin tel'în kir.
Li Êlihê ji teref Cemiyeta Mustezafan ve daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn bal hatin kişandin li ser sedemên zilm û hovîtiyên ku li ser axên Mislimanan tên kirin û êrîşên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve li hember Mislimanên Arakanî tên kirin hatin tel'înkirin.
Serokatiya Bajêra Êlihê ya HUDA PARê û gelek saziyên civaka siwîl û xelkê Êlihê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Berdevkê Êlihê yê Platforma Evîndarên Pêxember M. Alî Altun bi axavtina ku kir balan kişand li ser zilmên ku bi destên Xerbê li ser cografyaya Îslamê tên kirin û dû re diyar kir ji vê çûyîn, feryad û fîxan û matemê gotine bisekine wezîfeya temamê Mislimanan e.
"Jenosîd û qirkirin li Mislimanên Arakanî tê kirin û tê xwestin ku ji holê bên rakirin"
Serokê Şaxa Êlihê yê Cemiyeta Mustezafan Feyzî Aydin daxuyanuya çapemeniyê xwend. Aydin di daxuyaniya ku xwend de diyar kir hêzên zaliman ên ku ji perçebûn û belavbûna ummetê cesaretê distînin cografyaya Îslamê kirine behra xwînê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xelkê mezlûm a ku ev nêzî qernekî ye ji teref birêveberiya Myanmarê ve êrîş lê tê kirin di van salî dawî de tê xwestin bi qirkirin û jenosîdan ji holê bê rakirin. Zext li wan tê kirin an war û welatên xwe terk bikin an jî bên kuştin."
"Çawa ku li temamê dinyayê Misliman bêkes û bêxwedî mabin bi heman awayî Mislimanên Arakanî jî bêkes û bêxwedî man"
Aydin di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir mixabin dema ku Misliman bi paşve çûn, çawa ku li temamê dinyayê Misliman bêkes û bêxwedî mabin bi heman awayî Mislimanên Arakanî jî bêkes û bêxwedî man. Aydin dû re wiha li daxuyaniyê zêde kir: " Birêveberiya Myanmarê zalim ê ku bi dagirkirina ingilîzan bi hêz û qewet bû pêvajoyeke zextê ya plankirî ya li hember Mislimanên Arakanî kir dewrê. Ew rejîma Bûdîst û ew Xerba destekvanê wê rejîmê yên ku nikaribûn Mislimanên Arakanî ji dînê wan vegerînin li hember van Mislimanên Arakanî rojbiroj zilma xwe zêdetir kirin. Ji sala 1980an vir ve Mislimanên Arakanî bi qetlîamên hovane û wehşiyane re rûbirû mane. Ji wê rojê vir ve bi hezaran zarok, jin û mêrên Misliman bi şikleke hovene hatin qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî mecbûr man war û welatên xwe terk bikin û xwe bispêrin Bangladeşê. Êş û elem, kovan û huzna Mislimanên Arakanî li vê derê jî bi dawî nabe."
"Ji ber ku Misliman ji wehdetê dûr ketin çeteyên Bûdîst fermana Mislimanan rakirine"
Aydin di berdewama daxuyaniyê de diyar kir qala sedema qetlîamên ku li Arakanê tên kirin kir û wiha got: "Birêveberiya Budîst a ku xulamê Xerbê ye û ew çeteyên Bûdîst ên ku ji teref birêveberiya Myanmarê ve tên organîzekirin, ji xemsarî û sernêşandina dinyayê cesaretê distînin û wêrek dibin Mislimanan qir dikin. Ji ber ku Misliman ji wehdetê dûr ketin çeteyên Bûdîst fermana Mislimanan rakirine. Misliman bi saxitî tên şewitandin û bedenên wan bi satoran tên hûrkirin û li sûkan tên teşhîrkirin. Her cûr êrîş û zilm li zêc û zarok û jin û mêr û kal û ciwanan tên kirin.
Aydin di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji bo Mislimanên Arakanî bên xelaskirin divê gav bên avêtin û wiha got: "Ey Mislimanno! Çima hûn xwedî li bira û xwehên xwe xwedî dernakevin? Ey Mislimanên cîhanê! Deng bidin dengê birayên xwe yên Arakanî. Guh bidin hawar û qêrîna wan. Ji bo Xwedê herin hawara van birayên xwe yên Mustazaf. Berteka xwe li her derî nîşan bidin."
Daxuyaniya çapemeniyê bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)