• DOLAR 32.46
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2435.993
  • ...
Zêdetirî 2 hezar û 600 malên ku aîdî Mislimanên Arakanî ne hatin şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di wan êrîşên ku li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatine kirin de bi hezaran Misliman bi şikleke hovane û wehşiyane hatin şehîdkirin  û bi sed hezaran Misliman jî ji war û cihên xwe bûn. Her wisa di nava heftiyeke dawî de zêdetirî 2 hezar û 600 malên ku aîdî Mislimanên Arakanî ne hatin şewitandin.

Rêxistinê Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW)di encama lêkolîna ku li ser dîmenên stalaytê kirin de diyar kir artêşa Myanmarê malan bi qastî û zanabûn şewitandine.

Di daxuyaniya ku teref Phîl Robertsinê Arîkarê Dîrektorê Asyayê ya HRWê ve hat dayîn de derheqê mijarê de wiha hat gotin: " Dîmenên nû yên stalaytan nîşan dikin ku gundê Mislimanan bi temametî hatine şewitandin û ew xerakirina li bakurê eyalate Rakhaynê ji ya ku em difikirin xiraptir e ku ev yek jî me bi fikar dike."

Her wisa di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyê Yekbûyî ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: "Zêdetirî 58 hezar Rohîngyayî xwe sipartin Bangledeşê."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir