• DOLAR 32.47
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2434.753
  • ...
Kerwana Ûmudê li Cizîrê ji 750 malbatan re goştê qurbanan belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cizîra navçeya Şirnexê bi hewildanên endam û dildarên Weqfa Kerwana Ûmudê qurbanên ku hatibûn serjêkirin ji 750 malbatên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re hatin belavkirin.

Yusuf Ozalpê ji rayedarên Weqfa Kerwana Ûmudê yê Cizîrê derheqê xebatên alîkariyê yên ku hatine kirin de destnîşan kir wan weke her sal qurbanên xwe serjêkirine û bi şikleke xweşik ji bo belavkirinê kirine paketan û ji 750 malbatên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re goştên qurbanan belav kirine.

 "Bes bila em rûyên birayên xwe Mislimann bikenînin û ji şahî û kêfxweşiyên wan re bibib şirîk"

Ozalp di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew weke her sal bi fedakarî û xeyretên endam û dildarên xwe qurbanên xwe bi şikleke girseyî serjêkirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew hewildan û fedakariyên ku endam û dildarên me berî vê çend mehan kirin hemd ji Xwedê re ku encam dan. Me îsal 127 127 heywan jê kir  û me goştên wan her yek 2 kîlo û nîv kir paket. Piştî paketkirinê me tev de ji 750 malbatên ku berî niha bi xebata ku hatibû kirin hatibûn tespîtkirin re belav kir. Derdê me ew e ku em eydê digel Mislimanan bijîn. Li ba me mesaî tuneye, bibe nîvê şevê jî ji bo me ne xem e. Bes bila em rûyên birayên xwe yên Misliman bikenînin û ji şahî û kêfxweşiyên wan re bibib şirîk."

Ozalp di dawiya axavtina xwe de eyda alema Îslamê pîroz kir û ji hemû kesên ku keda wan di serjêkirin û belavkirina qurbanan de heye re teşekur kir.(ÎLKHA)

 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir