• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
'Yasîn' li Entabê rûyê feqîran kenandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha kampnayaya "Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribûn bigihijînin hûn bigihîjinin" de li Entabê ji hezar û 500 malbatên ku di nav wan de penaberên Sûrî jî hebûn re alîkariya goştê qurbanan hat kirin. Alîkariya goştê qurbanan bi xebata ku ji teref Weqfa Kerwana Ûmudê ve hat kirin hatin belavkirin. Endam û dildarên ku destekê didan kampanyayê di xebatan de cî girtin û hewil dan goştên qurbanan ji feqîr û jaran bikin.

Nîhat Bakşiyê ji rayedarên Temsîlkariya Weqfa Kerwana Ûmudê ye derheqê mijarê de diyar kir ew li ser bîranîna Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di sala 2014an de ji teref HDP/PKKyiyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin ji hezar û 500 malbatên feqîr û jar re alîkariya goştê qurbanan kirine.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir eyda temamê alema Îslamê pîroz kir û wiha got: "Me di bergeha  kampnayaya "Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribûn bigihijînin hûn bigihîjinin" de li Entabê ji hezar û 500 malbatên ku di nav wan de penaberên Sûrî jî hebûn re alîkariya goştê qurbanan belav kir. Yasîn Boru û hevalên wî dema ku goştên qurbanan belav kirin bi hovane hatin qetilkirin. Em jî wek mîna Yasînan bi xebateke zêde me hewil da da ku em goştên qurbanan ji kesên feqîr û jar re belav bikin. Em ji kesên dildar û endamên weqfê û herwiha ji xortên ku bi me re hereket kirin re teşekur dikin. Xweda ji temamê wan kesên ku keda wan di nav vê alîkariyê de heye razî be.

Bakşî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ji ber ku li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî goşt bealv kirine bextewar û serbilind in.

Malbatên ku ji wan re goştê qurbanan hatin belavkirin teşekurên xwe ji weqfê re anîn zimên.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir