Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin
Seroka Hareketa Adalet û Mafên Însanan Gulden Sonmez destnîşan kir divê ji bo wan Mislimanên ku ji teref 28ê Sibatê û daraza FETO ve hatine mexdûrkirin divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.
Gulden Sonmez Seroka Hareketa Adalet û Mafên Însanan destnîşan kir bi salan di girtîgehan de kesên ku di heyama 28ê Sibatê de û bi kumpas û komployên daraza FETO hatine girtin hene û diyar kir 'Digel temamê hewildanan di raya giştî de ew mexdûriyeta Mislimanên ku ji teref FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirinnayê zanîn. Exlebeyê hakim û dozgerên ku wê heyamê darizandinê dikirin endamên rêxistina FETO bûn û exlebeyên van dozger û hakiman îro ji FETO hatine girtin û di girtîgehê de ne ."
"Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin"
Sonmez di berdewama axavtina xwe de diyar kir dozger û hakimên FETO wê heyamê ji bo armanc û polîtîkayekê pêvajoyê birêve dibirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê ji bo wan Mislimanên ku ji teref van kesan ve hatine mexdûrkirin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin, qet nebe bila dosyayên wan cardin bên vekirin. Ez dikarim bibêjim bi heqê wê ew mexdûriyeta van Mislimanan nayê zanîn. Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin."(ÎLKHA)