• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Jenosîd û qetlîama ku li Arakanê li hember Mislimanan tê kirin berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ev 5 roj in li Arakanê çeteyên Budîst û endamê artêşê  bênavber êrîşên hovane û wehşî dibin li ser Mislimanan, digel temamê bertek û reaksiyonan zilm û qetlîam, talan û xerakirin, kuştin û qirkirin berdewam dikin.

Dr. Anîta Schungê Berdevkê Konseya Rohîngyayê yê Ewrûpayê  di daxuyaniya xwe ya ku doh derheqê wehşeta Budîstan a ku li Arakanê dikin de dabû de destnîşan kiribû di van her 3 rojên dawî de ji teref endamên artêşê ve û ji teref çeteyên Budîst ve di navbera 2 hezar û 3 hezaran de Misliman bi şikleke wehşiyane hatin qetilkirin.

Di vîdyoyên ku hatine kişandin û hatine parvekirin de û her wiha li gor agahiyên ku tên ragihandin li Arakanê gund tên şewitandin, biçûk û mezin bi zindî tên şewitandin, destdirêjî li pîrekan tê kirin û kesên ku hewil didin derbasî Bangladeşê bibin di nehrê de dixeniqin. Pişîtî ku ev hewadîs derketin holê re gelek bertek û reaksiyon hatin nîşandan.

Piştî ku 4 roj ji ser êrîşên hovane û wehşiyane derbas bûn re li gor agahiyên ku Ajanda Nûçeyan a Îlkê(ÎLKHA) gihaştiye wan seat bi seat ev hewadîs qewimîne:

08.00: Artêşa Myanmarê li gundê Maung Nuya ku bajaroka gundê Chîn Thamaya Burhîdaungê ye 130 zilam û zarokên ku Rohîngyayî yên ku temena wan di navbera 10-90 salan de bûn da ber guleyan û wan bi şikleke komî înfaz kir.

Cesedên Mislimanên ku hatin qetilkirin ji teref askeran ve hatin birin "Baregaha Battallîon"a li gundê Chîn Thamayê û dîsa li heman bajarokê zîv û zêrên nêzî 60 pîrekan ji teref eskerên artêşa Myanmarê ve hatin dizîn û talankirin.

Artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst êrîş birin li ser gundên bi navê "Koe Tan Kauk", "Tha Wan Chaung" û "Inn Din" ku berî niha jî êrîş li van gundan hatibûn kirin.

08.30: Artêşa Myanmarê gundê bi navê "Zîn Paîng Nya" ya ku li bakurê Maungdawê dimîne şewitand. Şewat û dûmana ji gelek derên dûr ve dihat dîtin.

Çeteyên Budîst li gundê "MyoOo" ya ku girêdayê bajêra Maungdawayê ye û du yek sêya wê Misliman in gefa kuştinê li Mislimanan xwarin. Her wiha çeteyên Budîst ên ku di nav wan de keşeyên Budîstan jî hebûn zext û zordariyan li Mislimanan kirin da ku mal û warên xwe terk bikin. Lê belê qet eleqê xwe ji kesên Budîst ên li gund neanîn.

10.00: Artêşa Myanmarê  li  bakûrê Maungdawê hêj bajarokên ku girêdayê gundê "Kyi Kan Pyin" didomîne.

12.30:  Eskerên artêşa Myanmarê  û çeteyên Budîst gundê "Tharay Kone Baung" a ku li başûrê Maungdawê dimîne şewitandin, ji gund duman ber asîman ve bilind dibin.

13.00:  Hikûmeta Myanmarê  bes tenê wan Budîstên li herema Rakhîneyê 5 kîlometreyan ji herêmê tahliye dike; lê belê qet bi serê xwe bi wan Mislimanên ku li heremê ne naşîne. Ew gundiyên ku li wir mane ji ber şewitandina gundan û qetlîaman pir ditirsin.

Usame Cemalê Sekreterê Giştî yê Konseya Organîzasyonên Mislimanan ê Amerîka di daxuyaniya ku derheqê qetlîam û wehşeta ku li Arakanê tê kirin de diyar kir "Dewleteke wisa ya mîna dewleta Myanmarê, ger ji wehşet û sûcên însanetiyê xelas bibe  ew ê li kû derê dinyayê însan xwe di ewlehiyê hîs bike."

Bekîr Altaşê Sekreterê Giştî yê Nêrîna Millî ya Civaka Îslamî ya ku li Elmanyayê xebatên xwe birêve dibe jî êrîşên li Myanmerê şeremzar kir û derheqê qetlîam û wehşetên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîstan ve tên kirin de diyar kir eskerên Myanmarê jenosîd û qirkirinê dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir  da ku ji heremê  re çavdêr û alîkarî bê şandin.

Wezîr û Sergotûbêjkerê Yekîtiya Ewrûpayê Omer Çelîk jî derheqê mijarê de diyar kir "Endamên artêşê û keşeyên Budîst bi şikleke sîstematîk qetlîaman dikin."

Dr. Anîta Schugê Berdevkê Konseya Rohîngyayê yê Ewrûpayê di daxuyaniya ku derheqê êrîşên ku di van 3 rojên dawî li dijî Mislimanan hatin kirin da de destnîşan kir  di navbera 2-3 hezaran de Misliman ji teref çeteyên Budîst û endamên artêşê ve hatin qetilkirin.

Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul jî diyar kir "Civaka Navneteweyî, Milletên Yekbûyî û saziyên din ji bo dawî li vê qetlîamê bê anîn tiştê pêwîst bikin."

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu  di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Wezîrê Karên Derve Maldîvan Muhammed Asim re da de balan kişand li ser zilm û wehşeta ku li Arakanê tê kirin û wisa got: "Em êrîş û zilma ku li Arakanê tê kirin şermezar dikin û her wiha qebûl jî nakin. Êdî divê em  çareseriyeke mayînde bimînin.Em bang li welatên Îslamê û li rêvebererên  wan dikin. Êdî di vî warî de bêdeng nemînin û hesasiyeta xwe nîşan bidin.  Ev zilm û muameleya neînsanî bi vî awayî berdewam nake."

Rêxistinên Mafên Mirovan diyar dikin ku artêşa Myanmarê temamê gundên ku aîdî Mislimanan in talan kiriye û şewitandiye. Her wisa  Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan(HRW)  jî diyar kirin hejmara malên ku hatine xerakirin gihaştiye bi hezaran  û wiha got " Divê demildest destûr bê dayîn da ku NY kontrolkerên serbixwe bişîne heremê."

Dîrektorê HRWyê yê Asyayê jî diyar kir " Fotografên herî dawî yên stalaytê nîşan didin ku ew xerakirina ku hikûmet diyar dike zêdetir û xiraptir e."

NY jî diyar kir hema hema temamê gundên ku lê Arakanî dijîn wek heremên ewlehiyê hatine îlankirin û ew alîkariya ku ji bo 150 hezar kesî niha ne mimkun e ku bigihije heremê.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir