• DOLAR 32.588
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2459.205
  • ...
 "Li Arakanê di 3 rojan de 3 hezar Misliman hatin qetilkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn çawa ku ji mêj ve li Arakana Myanmarê êrîşî li Mislimanan tên kirin îro jî bi heman awayî êrîşên çeteyên Budîst û hikûmeta Myanmarê li dijî Msilimanan berdewam in. Di van êrîşên ku tên kirin de mal tên şewitandin, zêc û zarok, ciwan extiar, biçûk û mezin çi qas Misliman hebin bi şikleke wehşîyane û hovane ji teref çeteyên budîst û endamên artêşê ve hatin qetilkirin. Ji ber vê qetlîama ku tê kirin bi hezaran Mislimanan hatin qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji naçarî warên xwe terk kirin.

Dr. Anîta Schugê Berdevkê Konseya Rohîngyayê yê Ewrûpayê di daxuyaniya ku derheqê êrîşên ku di van 3 rojên dawî li dijî Mislimanan hatin kirin da de destnîşan kir  di navbera 2-3 hezaran de Misliman ji teref çeteyên Budîst û endamên artêşê ve hatin qetilkirin.

Saziyên civak siwîl banga raya navneteweyî kirin da ku pêşiya vê qetlîamê bê girtin.

Eskerê bi rutbe yê ku di nav artêşa Bangledeşê de erkdar e di daxuyaniya ku da AFPyê de diyar kir ew 90 Mislimanên Arakanî yên ku derbasî sînorên Bangladeşê bûne cardin vegerandine Myanmarê.

Matthew Smîthê ku çavderiya Mafên Însanan a Myanmarê ya saziya bi navê Fortify Rigfhtê dike derheqê meselê de diyar kir ev rewş qet ne ya qebûlkirinê ye  û bang ku civaka navneteweyî kir da ku ji her du aliyê sînorê re alîkarî bê kirin.

Smîth di berdewama axavtina xwe de diyar kir artêşa Myanmarê di wan êrîşên xwe de êrîşî siwîlan dike, gundan dişewitîne, jin û mêr, zarok û mezinan tevekan dikuje ku ew bi xwe jî di derheqê vê yekê de raportekê amade dikin.

Di vîdyoyên ku ji ser hisaba medyaya civakî hatine parvekirin de ew êş û elema ku Misliman dikşînin û nîşaneyên wan qetlîam û hovîtiya ku ji teref çeteyên Budîst û artêşê ve li wan hatiye sepandin tê xuyakirin. Di vidyoyê de tê dîtin bi dehan Misliman dema ku hewil dane derbasî wî aliyê sînir bibin bi nehrê de xeniqîne.

Di dema temamê vîdyo û sûretan de sûreta qîzikeke ku di nav avê de xeniqî ye temamê rewşê dide ber çavan.(ÎLKHA)

 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir