Arîkarê Serokwezîr Bozdag derheqê "Myanmarê" de daxuyanî da
Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdagê derheqê "Myanmarê" de daxuyanî da destnîşan kir ew qetlîama ku li Myanmarê li dijî Mislimanan tê kirin jenosîdê tê bîran.
Bekîr Bozdagê ku Arîkarê Serokwezîr e ji ser hisaba xwe fermî ya twîtterê derheqê wehşeta Budîstan a li Myanmarê de daxuyanî da.
Bozdag di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir di bûyerên ku di 25ê Tebaxê destpêkirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "
"NY Û LGNY, divê wan kesên ku vê qetlîamê dikin bidin sekinandin"
Em wê qetlîama li Myanmarê ya ku jenosîd û qirkirinê tê bîran şermezar dikin. Em ji ber wan şiddet, mirin û birîndarbûnan xemgîn, mehzûn û bi fikarin. Me çendîn caran got ku ew ê ew mişkîleyên li Rakhaynê bi bûyerên tundiyê neyên çareserkirin. Divê Neteweyên Yekbûyî, Lijneya Giştyî yê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li dijî vê qetlîama ku jenosîd û qirkirnê tînê bîran bêdeng nemînin û vê qetlîamê demildest bidin sekinadin."(ÎLKHA)