• DOLAR 32.588
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2464.412
  • ...
Bahoza Harveyê Teksasê xist bin tesîra xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Bahoza Harveyê Teksasê xist bin tesîra xwe, hat diyarkirin berî niha lehiyeke mîna vê nehatiye dîtin û ew bahoz û bagêr heta 2 heftiyan berdewam bike.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Navenda Bahozê ya Neteweyî ya Amerîkayê ve hatiye dayîn ji ber lehî û bahozê kolanên herî girîng ên bajêr di bin avê de mane û 2 balafirgehên girîng jî nikarin xizmetê bidin. Her wisa hat diyarkirin mekteb jî hetanî 5ê Îlonê hatine tatîlkirin.

Hat ragihandin ji ber ku bahoz û bagêrê gelek mal di bin avê de man, kesên ku di malên xwe de mahsûr mabûn ji teref yekîneyên xelaskirinê ve hatin xelaskirin. Her wiha hat diyarkirin ji ber ku bahoz navendî ye ew ê di rojên pêşiya me de tesîra xwe zêdetir bike û tê gotin dibê ku heta 125 santîman jî baran bibare.

Li Rockporta ku wek 'dûrra Teksasê' tê nasîn gelek avahî xera bûn û temmê pişesazîyê xitimîye. Li gor agahiyên ku ji teref  rayedarên Amerîkayî ve hatine dayîn ji ber ku bahoz hêj berdawam e ew nikarin derheqê zirara bahozê de agahiyeke eseh bidin.(ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir