Li Bruksel û Londrayê êrîş li eskeran hat kirin
Li Bruksela paytexta Belçîkayê kesek bi satora li ser xwe êrîşî eskeran kir, her wisa hat diyarkirin mîna vî êrîşa li Brukselê li Londraya paytexta Îngîlterê hat kirin.
Hat ragihandin li Brukselê kesekî bi sator êrîşî eskerên ku li kolanê dewriye davêtin kir. Di êrîşa ku hat kirin de 3 esker birîndar bûn. Di encama êrîşê de êrîşkar birîndar bû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Derheqê nasnameya êrîşkar de tu agahî nehat dayîn.
Li Londrayê jî êrîşeke mîna ya li Belçîkayê hat kirin
Piştî vê êrîşa ku li Brukselê hat kirin re xebereke din a êrîşê ji Londraya paytexta Îngîlterê ye hat. Hat diyarkirin kesek bi şûrê di destê xwe de êrîşî polêsan kir. Di encama êrîşê de 2 polês birîndar bûn. Kesên şikdar jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)