Çavuşoglu: Bila Almanya hedê xwe zanibe
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derheqê pêwendiyên Almanya yên bi Enqerê re de destnîşan kir "Bila Almanya hedê xwe zanibe."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo bi wezîrên karên derve yên Romanya û Polonyayê re hevdîtinê bike çû Varşovayê. Wezîr Çavuşoglu di daxuyaniya ku li Varşovayê da de destnîşan kir divê Almanya di warê pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re de populîst tevnegere.
"Divê Almanya hedê xwe zanibe"
Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Em dibînin Almanya bi daxuyaniyên ku dide hedê xwe derbas dike, bila zanibin hilbijartin derbasdar in û dostîtî mayînde ne. Bila haya xwe ji xwe bikin. Beriya hilbijartinan ji daxuyaniyên populîst re hewce tuneye. Divê Almanya hedê xwe zanibe."(ÎLKHA)