• DOLAR 32.488
  • EURO 34.888
  • ALTIN 2420.46
  • ...
Xaziyê 15ê Tîrmehê yê Mêrdînî vegeriya mala bavê xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alganê ku bavê 2 zarokan e û ji ber îsabetkirina berikan qismen felc bûbû û nikaribû xeber bide li Balafirgeha Mêrdînê ji teref hezkirî û naskiriyên xwe ve hat pêşîwazîkirin.

Alganê ku derheqê wê şeva darbê de nirxandinan kir diyar kir ew di şeva darbê de li mala xwe bû û wiha got: "Wê şevê me televîzyon temaşa dikir, me lê nihêrt ku di temamê qanalan de heman tişt heye. Ez derketim derve, min  lê nihêrt xelk berê xwe daye ewlehiyê û ez jî beşdarî wan bûm. Li wê derê qala banga Serokkomar Erdogan hat kirin  û gotin ku Erdogan li balafirgehê li benda me ye. Me berê xwe da balafirgehê. Dema ku em çûn di rê de xistin qêrîn û gotin tank tên, tank tên. Hema min li pey xwe nihêrt û min dît ku tank tê, hema min xwe da berê. Pêşî min got ez ê xwe li ber re dirêj bikim, lê hema ji nişka ve min xwe avêt ser tankê.

 "Bes tê bîra min ku ez birîndar bûme û ketime li ser asfaltê"

Algan di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema xelkê dît ku ew li ser tankê ye xelk xwe jî xwe bi ser tankê ve kişandiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Carekî li ser tanqê tenê ez û yekî din man. Wê çaxê min bi wan taqozên ku li ser tanqê bûn li wan kesên ku di tankê de bûn dixist.Min ji wan re digot derkevin, tanqê li vir bihêlin  û min yeke din li serê wî da. Hema min bihîst dengê 2 teqînan ji hundit hat. Tu nabe berik teqandine, a pêşî ji ber min derbas bû û ya din jî  ji bin çengê min kete hundir. Wê çaxê min dest bi kirina diayan kir. Piştî wê min berê xwe da Baglarê, bes tê bîra min ku ez birîndar bûme û ketime li ser asfaltê. Li wê derê rahiştine min  û min birine nexweşxanê."

 "Wê şevê min gelek zêde dixwast ku ez şehîd bibim"

Algan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema wî wan kesên ku li balafirgehê hatine pêşwazîkirina wî dîtiye gelekî baş bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew qas insên hatine, ez ji destên mezinan û ji rûyên biçûkan maçê dikim. Mala hemû kesî ava be. Elbet min gelek zêde dixwast ez werim vê derê, lê nedibû nesîp. Îro ev yek  bû nesîp û em hatin. Ji Rebbê min re şikir, temamê naskiriyên min li vê derê ne. Ji ber vê yekê em bextewar bûn. Di her halî de heta ebed hemd ji Xweda re. Xweda vê peyva şikrê ji ser zimanê me kêm neke."

Algan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bila di çarçoveya lêpirsînên FETO de kesên ku tu sûc û gunehên wan tuneye bila neyên mexdûrkirin.

Îbrahîm Alganê ku kekê Xelîl Algan e jî derheqê mijarê de destnîşan kir ew ni birayê xwe serbilind û ezîz in.(ÎLKHA)

 

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir