Tevgerdariya fîlamingoyan a li Gola Erçekê balan dikşîne li ser xwe
Van rojan hereket û tevgerdariya firendeyên bi navê fîlamîngoyan a li Gola Wanê kesên ku dibîne ji xwe re mest û heyran dihêle.
Gola Erçekê ya ku xwediyê xwezeyake nexerabûyî ye û wek roja ewil li ser tebîeta xwe ya berê ye îsal jî bi temamê xweşikbûna xwe dîsa ji firendeyên fîlamangoyan re mazûvantiyê dike. Gola Erçekê yê ku ji wan fîlamîngoyên ku ji hêla Îranê ber bi Afrîkayê diçin re wek navendeke girîng a bêhnvedanê ye her sal ji 200 cûrî firendeyan re mazûvantiyê dike.
Doç. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navenda Parastina Ajalên Biyanî yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê derheqê mijarê de destnîşan kir Gola Erçekê xwediyê xwezayeke xerenabûyî ye.
Aslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di herema Gola Wanê de di cihên ku av xwe jê dikşîne û zûwa dibin de gelek cûreyên çûkan di nav xwe de mihafeze dike û ji ber ku ji ser rêya koçê yê firendeyan e populasyona firendeyan zêde dike.
"Populasyona firendeyan a li Havzaya Gola Wanê zêde dibe"
Aslan diyar kir çawa ku çûkên heremê di hafzayê de dijîn bi heman awayî firendeyên ku ji derekê koçê dikin û ber bi dereke din ve diçin jî lê dijîn. Aslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Havzaya Gola Wanê bi du aliyan bi siûd e, lewra ji 5 behran behreke heremên bi avî li Wanê ne û hemî jî xera nebûne. Ji ber ku ev heremên bi av zêde ne firende gelekî zêde tên van deran. A dî jî ji ber ku du rêyên koçê yên firendeyan ji vir derbas dine populasyona firendeyan a li Havzaya Gola Wanê zêde dibe."
Di Havzaya Gola Wanê de nêzî 200 cûrên firendeyan hatin tespîtkirin
Aslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di encama xebata ku kirine de tespît kirine ku di Havzaya Gola Wanê de nêzî 200 cûreyên firendeyan dijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi şikleke zanîstî hatiye tespîtkirin ku di Havzaya Gola Wanê de nêzî 200 cûrên firendeyan dijîn. Em wek Navenda Parastina Ajalên Biyanî yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê li ser vê yekê xebatên xwe didomînin. Her wiha hevalên me yên beşa biyolojiyê jî derheqê qadên avê yên li xêza koçê de xebatan dikin. Digel xebatên ku tên kirin di hejmara firendeyan de ango çûkan de zêdebûn çêdibe. Di Havzaya Gola Wanê de nêzî 200 cûrên firendeyan hatin tespîtkirin. Bi ya me ger ev xebat berdewam bikin ew ê hejmara çûkan de zêdebûn çêbibe."
Aslan di dawiya axavtina xwe de diyar kir Gola Erçekê xwediyê xwezayeke sexlam û xeranebûyî ye.(ÎLKHA)