• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
 "Divê ji karkerên zireatê re ji bo ku mecbûr nemînin qadên nû yên kar bên vekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Li heremê  tesîseke  tenê jî yê dewletê yê ku îstîhdameke gelekî mezin bike tuneye"

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PAR Davut Şahîn ê ku derbarê mijarê de diyar kir divê hikûmet di vî warî de başkirinên ciddî bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê ji karkerên zireatê re ji bo ku mecbûr nemînin qadên nû yên kar bên tesîskirin. Li heremê  tesîseke  tenê jî yê dewletê yê ku îstîhdameke gelekî mezin bike tuneye. Ji ber ku tesîseke wisa tuneye ji naçarî malbatên me digel zêc û zarokan berê xwe didin bajarên xerbê û li wan deran li rasta mişkîle, problem û zehmetiyan tên."

Şahîn herî dawî bang li rayedaran kir û wiha got: "Ji bo mexdûriyetê ji rastê bên rakirin û divê pêşnûmaya derheqê karkerên zireatê de bibe yasa û di warê karkerên zireatê de başkirinên gelekî ciddî bên kirin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir