• DOLAR 32.579
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2457.697
  • ...
 "Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê li gundika Vijnanka gundê Versengê ya Qabilcewza Diyarbekirê  hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin. Kesên ku rewşa elemnak ya malbatê dibînin dilê wan dişewite. Malbat  niha li benda alîkariya rayedar û xêrxwazan e.

Malbat debara xwe hewil dide bi 150 lîreya arîkariya zarokan bike

Mezinê malbatê Mîrza Çetînbaş derheqê mijarê de diyar kir ew li benda alîkariyê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin, ez nikarim ji bo zarokên xwe nan peyda bikim. Perê ku tê ber destên min tenê 150 lîreya ku dewlet serê du mehan carekî dide ye. Ji Xwedê pê ve ti kesî me tuneye. Min serî li gelek deran da; lê belê ti kes îş neda min. Dewlet ji me re nabe alîkar. Carinan cîranên min ji min re dibin alîkar û xwarnê tînin. Em êdî şerm dikin ji wan re her caran bibêjin em birçîne. 5 zarokên min mektebê dixwînin. Ez zehmetiyê dikşînim."

Zarokên malbara Çetînbaş jî teleb dikin ku rayedar û xêrxwaz ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir