Li Ewlehiya Stenbolê êrîşa bikêr
Hat ragihandin kesekî ku tê diyarkirin ku DEAŞî ye û hatiye binçavkirin li Midûrtiya Ewlehiyê bikêrê êrîşî polêsekî kir, di encama êrîşê de kesê êrîşkar hat kuştin û polês jî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin doh êvarî polêsan kesekî ku tê îddîakirin DEAŞî ye binçav kirin û wî birin ewlehiyê. DEAŞê ku hatibû binçavkirin û hat birin Midûrtiya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê li ewlehiyê bi kêrê êrîşî polêsekî kir. Di encama êrîşa ku hat kirin polês giran birîndar bû.
Polêsê ku giran birîndar bû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin kesê êrîşkar hatiye kuştin.(ÎLKHA)