• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ezm û xeyreta xebatê ya xwendekarê astengdar serkeftinê anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendekarê bi navê Remezan Gundogarê 21 salî yê ku li Sêwrega Rihayê di maleke bi 2 ode de dijî digel halê xwe yê astengdariyê bi xeyret û ezma xwe ya xebatê di îmtîhana OSYMyê de 473 puan wergirt û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê qezenc kir. Gundogdu bi vê ezm û xeyreta xwe cardin nîşan da ku astengdarbûn li ber serkeftin û serfiraziyê ne asteng e.

Gundogarê ku rewşa maddî ya malbata wî nebaş bû û ji ber vê yekê de di xaniyeke bi 2 ode dijiye di pêvajoya xebatê de ji bo birayên xwe aciz neke di mitbaxê de dixebitî.

Gundoganê ku tipe qezenc kir diyar kir ew ji ber qezenckirina beşê bextewar e  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em tev de 5 bira ne û em hewil didin digel dayika xwe şdi xaniyeke 60 metro çarçik de bijîn. Ev bû demek dirêj ku em di vê malê de dijîn. Ji ber ku derfeta me min a xebatê di odê de tunebû ez di mitbaxa malê de dixebitîm. Ez ji ber nexweşiya ji rexekî ve diçûm dersxanê û ji rexekî ve diçûm navenda rehabîlîtîsyonê. Digel van şert û mercan beşa ku min  wê teleb dikir bi dest xist. Bêyî ku ez bêhêvî û sist bibim bi şikleke birêkûpêk xebitîm û di encamê de ez serfîraz bûm."

Elî Kayayê Fîzyoterapîstê ku li navenda rehabîlîtîsyonê ya taybet erkdar e derheqê mijarê de diyar kir Remezan bi ezm û biryardariya xwe qezenc kiriye.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir