• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Koreya Bakur Amerîkayê bi 'Girava Guamê' tehdîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn Serokê DYAyê Donald Trump gefê li Koreya Bakur xwaribû. Piştî vê gefxwarinê birêveberiya Pyongyangê 'Girava Gaumê' wek hedef nîşan da û gefa êrîşa nukleer li Amerîkayê xwar.

Berdevkê lekşkerî yê Koreya Bakur derheqê mijarê de diyar kir ger DYA wan tahrîk bike ew ê serî li darbeya ewil bidin.

Berdevkê leşkerî yê ku derheqê mijarê de ji Ajansan Fermî ya Nûçeyan a Koreya Bakur re daxuyaniyan da. Berdevk di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew li ser stratejiya  êrîşa mûşekî ya li dijî Girava Guamê difikirin.

Berdevk her wiha diyar kir ger Serokê Dewletê Koreya Bakur Kîm Jong Un fermanê bide ew ê li giravê bidin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir