• DOLAR 32.47
  • EURO 34.707
  • ALTIN 2435.082
  • ...
Ev 15 roj e ku mehkûmê nexweş ê ku ameliyat bûyenabin kontrolê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Suat Alpsoya ku xanima mehkûmê nexweş Şeyhmus Alpsoyî ye derheqê mijarê de bertekên xwe nîşan da û diyar kir ev 15 roj e zilamê wê ji ber ku esker diçin dozên FETO , ji bo kontrolê nabin nexweşxanê.

 "Dema ku mehkeme dest pê dikin temamê randevuyan tên betalkirin"

Alpsoy di axavtina xwe ya ku derheqê mijarê kir de diyar kir ew nizane li ber vê rewşê çi bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Diviyabû heftiya ewil zilamê min biribana kontrolê, lê nehiştin bibin. Ji me re gotin ew ê vê heftiyê bibin.Lê hêj nebirin. Em dixwazin vê heftiyê wî bibin kontrolê.  Dibêjin ji ber ku dozên FETO dest pê kirine esker tunene û ji ber vê yekê wî nikarin bibin nexweşxanê. Ji ber ku temamê eskeran dişînin dozê FETO zilamê min nabin xestê.  Dema ku mehkeme dest pê dikin temamê randevuyan tên betalkirin. Vê yekê esker bi xwe dike. Êdî dixwaze bila mehkûmê nexweş dimre yan namire ne xema tû kesî ye."

 "Êdî tû feydeya xeberdanê tuneye"

Alpsoy diyar kir ji ber ku zilamê wê pir nexweş e û nikare bi tena serê xwe li xwe mêze bike nikare di girtîgehê de bimîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kesên rayedar li hember van tiştên ku hatine serê me xwe kirine kor û kerr. Êdî me hemû tiştî hewaleyî Xwedê kir. Daxwaziyeke me tenê heye ku ew ji girtîgehê derxistina zilamê min e. Rewşa zilamê min ji min pirs dikin, dema ku ez bersiv didim wan, ew ecêbmayî dimînin û dibêjin çima hêj di hundir de ye. Du rexên zilamê min bi poşetan hatiye girêdan. Tedawiya vê nexweşiyê hetanî 5 salan berdewam dike. Doxtor dibêje em hêj li serê kar in.  Xweda hemû tiştî dizane, ez dixwazin zilamê min rojên xwe dawî di nav zarokên xwe de derbas bike.  Qet nebe wan heqên ku dane wan mehk»mên din bila bidin mêrê min jî. Bila neheqiyê nekin. Êdî em nizanin çi bibêjin, êdî tû feydeya gotinê tuneye. Ger rayedar vê yekê nekin em wan hewaleyî Xwedê dikin. Ew ê di roja axretê de her du destên min dê di pêsîra wan de be."

Alpsoy herî dawî got zilamê wê bi tena serê xwe nikare li xwe binêre û wiha got: "Lawekî min astengdar heye, ez nizanim li wî binêrim an jî ji bo pêdiviyên wî herim ba zilamê xwe."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir