• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Otobûsa rêwiyan qûlibî:6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36kes jî birîndar bûn(Hat Nûkirin)
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Merzîfona navçeya Amasyayê otobûsa rêwiyan qûlibî, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36  kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine wergirtin qeza li mewqiya Kayaduzuya Merzîfonê pêk hat. Hat diyarkirin otobusa rêwiyan a bi plaqeya 52 DG 448 a ku ji Stenbolê ber bi Samsûnê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36  kes jî birîndar bûn.

Rêwiyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir