33 heb mayînên windabûyî ji bo gundiyan dibe sedema metirsiyê
Şêniyêngundê Asmakayaya girêdayê Solaxana Bîngolê diyar kirin mayînên ku ji bo ewlehiya qereqolê hatibûn danîn di sala 1997an de hatine paqijkirin; lê ji van mayînan 33 heb ji ber ku nehatine dîtin gundî ji canê xwe ditirsin.
Di salên 90î de li gundê Asmakaya Solaxana Bîngolê ji bo ewlehiyê li derdora qereqolê di nava 100 donimî de tev de 208 mayîn hatine danîn. Piştî ku tehdîda ewlehiyê ji holê rabû re di sala 1997an de dest bi paqijkirina mayînan hat kirin. Piştî ku xebatên paqijkirinê xelasbûn re 33 mayînên ku di nav erdan de hatibûn danîn nehatin danîn û ji wwê rojê vir ve şêniyên gund ji ber hebûna van mayînan ditirsin.
Wahdettîn Tugenê ku ji şêniyên gund e derbarê mijarê de diyar kir piştî ku erd hatin paqijkirin re rayedarên eskerî gotin ku hûn dikarin erdan bajonin, lê belê dema ku hewyanên me diçêriyan yek ji wan pêl mayînekê kir û telef mir.
Tugen di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel vê bûyera teqîna mayînê derket holê ku mayînên windabûyî hene û ew ji wê rojê ve nikarin têkevin nava 100 donim erdan. Tugen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di sala 2016-2017an de projeya avdanê hat gund, lê ji ber tirsa mayînan ev proje nîvrê ma. Ji ber van mayînên windabûyî em van 100 donim erdên xwe nikarin ne bajon û ne jî biçînin. Rayedarên eskerî vê derê ji me re qedexe kirin û ji me re vê gotin: ' Em ê vê derê yan îstîmlaq bikin an jî em ê kirêya wê bidin.' Em hêj li benda wan in. Bênavber muracatên me berdewam dikin, lê ti kes ji me re nabe alîkar. Li vê derê bi şikleke fermî tê diyarkirin ku 33 mayînên windabûyî hene. Ji ber vê yekê em tû feydê ji erdan nabînin. Bila rayedar ji me re demildest bibin alîkar."(ÎLKHA)