• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Malbata jar û feqîr hewil dide diodeyekê de bijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Solmaç a ku tev de ji 8 nefsan pêk tê li Taxa Beyuzumuya Wanê hewil dide di maleke bi odeyekê de bijî. Di mala ku malbat tê de dijî  de  destşo, serşo û  mitbax di heman cihî de ye. Kerwana Ûmudê ev nêzî 2 salan e ku ji vê malbata feqîr û jar re alîkarî dike. Rayedarên Kerwana Ûmudê vêcarê jî alîkariya eşyayan ji malbatê re kir.

Saîd Koçê ku ji rayedarên Kerwana Ûmudê ye derheqê alîkariya ku hatiye kirin de diyar kir ew ji bo wan malbatên ku berî niha hatine tespîtkirin seferberiya alîkariyê dane destpêkirin.

Koç di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew ev du sal e ku ji malbatê re alîakriya erzaqê dikin û vê carê jî di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de ji malbatê re alîkariya eşyayan kirine. Koç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Malbata me nexasim di warê xaniyê de gelek zêde zehmetiyê dikşîne.Maleke malbatê ya ku digel zarokên xwe bi şikleke rihet lê rûnin  tuneye. Banyo, destşo û mitbaxa wan di heman cihî de ne ku ji ber vê yekê îxtîmala nexweşketinê gelek zêde ye. Malbat tev de ji 8 nefsan pêk tê û tû kesî wan  tuneye ku bixebite û li malê binêre. Em wek Kerwana Ûmudê bi alîkariya xêrxwazan hewil didin ji malbatê re bibin alîkar. Îro em ji bo ku em mobîlyayê bidin  malbatê hatin vê derê. Înşallah em ê ji îro pê ve jî tiştê ku ji destên me were bikin."

Dê Zeytîn Solmaça ku derbarê rewşa xirab û nebaş a malbata xwe de axivî diyar kir ew du sal e ku Kerwana Ûmudê ji wan re alîkariyê dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber alîkariya ku dikin mala Kerwana Ûmudê razî be. Rewşa me qet nebaş e, em tev de nexweş in. Mala me dikî xera bibe. Zarokên min ên ku dixwastin bixwînin ji ber rewşa me nikarin bixwîninç Tû debara me tuneye, lawekî min mezin heye, lê ew jî ameliyateke bi rîsk derbas bike. Em bes ji rayedaran maleke bi sihhet teleb dikin."

Zarokên malê yên bi navê  Rabîa û Yunus jî derbarê mijarê de gotin ku ew dixwazin weke hevalên xwe biçin mektebê  û ew maleke ku tê de karbin bistirin teleb dikin.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir