• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf hatin bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu li Stenbolê di Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf re derheqê Mescîda Eqsa û mijarên mîna wê de gotûbêj kir.

Çavuşoglu derheqê hevdîtina ku hatiye kirin de  ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parvekirinan kir. Çavuşoglu diyar kir ew di hevdîtinê de mijarên di rojevê de nirxandine. Li gor agahiyên ku ji teref çavkaniyên xeberan ên Îranê derbas bûne di hevdîtinê de li ser mijara 'Girtina pêşiya wan cinayetên ku  ji teref siyonîstan ve di serî de li Qudsê û her wiha li temamê wan axên din ên ku hatine îşxalkirin" de gotûbêj hatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf jî di daxuyaniya ku li Balafirgeha Stenbolê da endamên çapemeniyê de destnîşan kir "Ji bo Alema Îslamê xetereya esil îşxalkerên siyonîst in û ev civîna awarte ya ku ji teref Teşkîlata Hevkariya Îslamê ve tê kirin di wextê wê de bi koordîne hatiye kirin."

Zarîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir sîyonîst di berdewama polîtîkayên xwe yên îşxalê de hewil didin wan axên ku îşxal kirine ji hêla nasnamê ve biguherînin û tevekî bikin cihû.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir