• DOLAR 32.585
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2457.692
  • ...
Yetîm-Der daweta 44 keç û xortan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Der li Diyarbekirê di bergeha projeya 'Ber bi Hizûrê ve Gav' de ji 44 keç û xortên ku ji wan re alîkariya cihazê hatibû kirin  bi bernameya dawetê ya girseyî hatin zewicandin.

Merasîma dawetê ya ku li qadê Mîtîngê ya Parka Newrozê hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur'anê Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Mehmet Ekîncî derbarê merasîma zewacê de diyar kir bêhejmar feydeyên zewacê hene û zewac di dînê Îslamê de ji wan amelên bi xêr amelek e.

Ekîncî di berdewama axavtina xwe de hedîsa pêxemberê ya derheqê zewacê de di bîran xist û diyar kir zewac însan ji heramê  mihafeze dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir " Zewac amelek e wisa ye ku cihê wî ya di Îslamê de girîng û muhîm e. Di zewacê de him ji bo fedan û him jî bo civakê gelek feyde hene.  Ew feyde nîmetên Îlahî ne û dibin  wesîle ku însan saadeta dinyay û axretê qezenc bike. Zewac însan ji heramê mihafeze dike. Pêxemberê me teşwîqî zewacê kiriye  û ew bi xwe jî zewiciye."

Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl jî derheqê merasîma zewacê ya ku hatiye tertîpkirin de diyar kir ew di bergeha projeya ku ew dane destpêkirin de ji 44 keç û xortan re alîkariya cihazê kirine û ew di demeke wisa xirap de ji zewaca keç û xortan re destdayînê wek wezîfeyekê dibînin.

Zavayên bi navê Abdurrahman Aslan û Yakup Akarsu ji ber merasîma ku hatiye tertîpkirin kêfxweşiyên xwe anîn zimên û ji Yetîm-Derê re teşekur kirin.(ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir