Rûsya û Ermenistan li ser artêşa hevpar li hev kirin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vîlademîr Putîn pêşnûmaya ku tê de bi Ermenistanê re lihevkirina artêşa hevpar hebû îmze kir.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya înternetê ya Kremlînê ve hat weşandin de hat destnîşankirin " Di navbera Federasyona Rûsyayê û Komareya Ermenistanê ve di 30ê Mijadara 2016an de li ser artêşa hevpar lihevkirin hatibû kirin ku îro ev lihevkirin ji teref Vladamîr Putîn ve hat tesdîqkirin."
Tê diyarkirin armanca artêşa hevpar li dijî êrîşên ku dê li Rûsya û Ermenistanê bên kirin bi hev re ji navendekê bersiv dayîne.(ÎLKHA)