• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora kutetbîq nekin tuneye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzm ku ji bo ziyaretê hatibû Wanê di Serokatiya Bajêr a Wanê de bi partiyiyan re hat bal hev û di derheqê rojevê de semînerek da.

Yavuz di axavtina xwe  ya ku kir de derheqê zilm û tehdayiyên ku ji teref rejîma siyonîst a îşxalker ve tên kirin de nirxandinan kir û ji rewşê re bertek nîşan da.

"Mescîda Eqsa û Quds ji bo Mislimanan meseleyeke îtîkadê ye"

Yavuzê ku diyar kir di van pêlên dawî de  nexasim erdnigariya ku em di nav de ji nava gelek şert û mercên gelek giran û dijwar derbas dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Him di hundir de him jî li derve gelek mişkîleyên me hene. Di rojevê de Mescîda Eqsa û Quds heye. Mescîda Eqsa û Quds ji bo Mislimanan meseleyeke îtîkadê ye. Niha siyonîzm dinyayê îdare dike. Dewleteke bi navê Amerîka û Îngîlistan tuneye. Siyonîzm heye. Hêzeke ku wan dewletan îdare dike heye. Navê vê hêzê siyonîzm e."

 "Em heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin"

Yavuz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em ê ji lomeya tû lomekarî netirsin û heqiyê bibêjin. Lewra em heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin. Em wan tiştên ku siyonîst dikin bibînin. Ew siyonîst ji bo bigihijin armanc û hedefên xwe yên şeytanî  ew ê him temamê psîkopatiyan bikin, him ew ê temamê şeran û rêxistinên derbixin û him ew ê temamê teroran tetbîq bikin. Ew ê êrîş dijwartir bibin. Li dijî van tiştan divê alema Îslamê dev ji temamê îxtîlafên xwe berde, qet nebe taloqê bidiyê û digel temamê îmkan û derfetên xwe seferber bibe."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir