Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye
Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir 'Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'
Berdevk û Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di Kulliyeya Serokkomartiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Kalin di civîna ku lidarxist de destnîşan kir dorpêçkirina dora Mescîda Eqsayê û astengkirin têketina Mescîda Eqsayê ne ya qebûlkirinê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye û Mescîda Eqsa bi heman awayî ne milkê Îsraîl e. Ew der ya Filistinî û Mislimanan e. Pêwîst e îsraîl bi lez dev ji vê polîtîqaya berde."(ÎLKHA)