• DOLAR 32.529
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2453.245
  • ...
Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-6
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve bi piştevaniya Amerîkayê hat kirin salek derbas bû. Di salvegera teşebûsa qirêj û gemar de Fîzyoterapîst Devrîm Nazlicayê ku eslê xwe Diyarbekirî ye û li Sîncana Enqerê dijî qala wê şeva ku ew lê xazî bû kir.

 "Dema ku derketina derve hat qedexekirin ez derketim derve"

Nazlica diyar kir ew şeva darbê li Kizilayê bû û dû re wiha got: " Ez û hevalekî min em li kafeyê rûdiniştin. Hema ji nişka ve me dît ku balafirên şer gelek nizim difirin. Min dît ku 2 balafir difirin. Wê çaxê seat 21.00 bû. Elbet em li vê rewşê şaş û ecêbmayî mam û me meraq kir ka çi dibe. Seatek derbas bû û me bihîst ku li Stenbolê hinek esker pirê girtine. Me daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yildirim guhdar kir.  Serokwezîr dema ku got ev yek 'teşebûs e' me jî ji xwe re ya li Enqerê jî teşebûs e û em piçekî diltirs bûn.  Hevalê min gelek zêde li min israr kir da  ku em biçin malê, lê min vê qebûl nekir û min jê re got em li kolanan bin dê baştir be. Wê demê Serokkomar daxuyanî nedabû. Ji ber israra hevalê min em çûn malê. Seat derdora 22.30î bû, di TRTê de danezana darbê dihat xwendin. Dema darbe dihat xwendin nêzî 300-400 fikir ji serê min derbas dibûn. Min di jiyana xwe ya zanîngehê de dîroka welêt, darbeyan û heyama komarê xwendibû û min dizanîbû ku xelkê me herî zêde di van qonaxan de zehmetî û elem kişandine. Ji ber vê yekê  min halê xwe halê zarokên xwe û welatê fikirî û min got ew ê çi bibe ji halê me.  Dema ku danezana darbê dihat xwendin derketina derve hat qedexekirin. Wê demê hema min xwe avêt derve. Min ji hevalê xwe re got ez diçim xestê û ez derketim. Elbet ez neçûm xestê, min berê xwe da Qada Kizilayê."

 "Ez bi hesta namûsê derketim derve"

 Nazlica diyar kir dema ku ew ber bi Qada Kizilayê ve dimeşiya hevalekî wî yê ku di Wezareta Karên Av  û Daristanê dixebitî lê geriyaye û xemginiya xwe jê re gotiye û dû re wiha pê de çû: " Dema ku ez bi hevalê xwe re diaxivîm min di pilazmayekê de dît ku Serokkomarê me bang li xelkê dike da ku xwe berdin kolan û meydanan. Dema ku min dît Serokkomar bi telefonê diaxivî min fêm kir darbeker her derî bi dest xistine û ez diltirs bûm. Elbet  hevalê min ji min re digot 'Mêze bike, navê te Devrîm e, tu Diyarbekirî yî, dema ku mirov li tê dinêre fêm dike ku tu Kurd î. Tu tiştî neki jî ew ê te bigrin û bibin.'  Min jê re got ku ez ê li derve bimînim û min telefonê girt. Wê demê xanima min ducanî bû ûçûbû memleket. Ew şev gelek ecêb bû û bi gotine mirov nikare qala wê şevê bike. Dema ku derketina derve hat qedexekirin min bi hesta namûsê xwe avêt derve."

 " Fewc bi fewc însan dihatin meydanê"

Nazlicayê ku got 'Li Qada Kizilayê çend tank û esker hebûn'  wisa li axavtina xwe zêde kir: " Fewc bi fewc însan dihatin meydanê û bi cesareteke mezin derdiketin li ber tankan. Eskerên darbeker li ser wan kesên ku derdiketin ser tankan de direşandin. Însan hewil didan bi wan re xeber bidin, lê esker pir hov bûn.  Darbeker di ser hinek kesan tankan ajotin û di ser hinek kesan de jî berik reşandin. Li ber çavên me di ser taksiyekê de derbas bûn û wê eciqandin. Em ecêbmayî man. Lê tiştê ku cesaret dida me hovîtiya wan bû.  Di ser me de tank ajoyin û gule berda ku ev yek me wêrektir kir. Di derdora seat 23.00an de ji ber zext û tesîra însanan tankan berê xwe ji Kolana Meşrûtiyetê dan ber bi hêla TBMMê ve û çûn. Ji ber vê wesîlê me tekbîran avêt û em ber bi meclîsê ve birêve çûn."

 "Li ber çavên me bi tankan însanan eciqandin"

Nazlica di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî meclîsê dengê gelek çekan hatiye û ew derbasî Sererkantiyê bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku em gihaştin ber Sererkaniyê em li rasta tabloyeke wehşî û hovane hatin. Li ber çavên me bi tankan însanan eciqandin. Gelek şehîd û birîndar hebûn. Derdor bûbû gola xwînê. Bavek û lavê wî li erdê dirêjkirîbûn û bêçare sekinîbûn. Bênavber di ser însanan de berik berdidan û balafir ji nizim difiriyan û ji helîkopterê di ser însanan de berik berdidan.  Digel temamê van tiştan weke ku ji temamê însanên li wê derê ne re erkên cuda hatibû dayîn.  Hinek ji wan Qur'an dixwend, hinek li sefên paş û hinek li yên pêş tiştinan dikirin. Bi şikle rêxistinî tunebû, lê herkes hewil dida tiştekî bikin. Min bi xwe jî nexasim hewil dida alîkariya birîndaran bikim, çend kes ketibûn rêjêrê û min alîkariya wan dikir. Min wan dişand xestê. Însan zorê dan deriyê Sererkaniyê.  Wê demê min dît ku ji quluneyeke biçûk vîdyo tê kişandin. Dema min vê yekê dît ez sefek paşve vekişiyam, lewra min ji xwe re got sibe dê kî li vê derê be hemû bên binçavkirin. Çawa ku derî şikest û ket erdê di ser me de berik reşandin. Li wê derê berikek îsabetî sînga min kir."

 "Dema ku min wê bombeya ku li meclîsê hat avêtin dît ez ecêbmayî mam"

Nazlica di berdewama axavtina xwe de diyar kir berik raste rast îsabetî sînga wî nekiriye, ger kiribana ew ê sînga wî perçe kiribana û dû re wiha pê de çû: " Berikeke ku pengizîbû  hat îsabetî sînga min kir. Ez ketim şokê, bîskek şûnda min cil û bergên xwe ji xwe kirin û min birîna xwe dewisand. Dû re min li wesayîtekê geriya da ku ez biçim xestê. Wê demê ji Sererkaniyê du helîkopter bi hewa ketin, di yekî ji wan de Hulusî Akar hebû. Piştî ku helîkopter bi hewa ketin re meclîs hat bombebarankirin. Teqîneke pir ecêb bû. Min xwe avêt taksîkê û ez çûm Hacattepê. Piştî min bi tesîra wê bombê gelek birîndaran anîn xestê. Menzereyeke pir xirab bû. Xweda cardin wan rojan nîşanî me nede."

Nazlica diyar kir wî, wê  meseleya xwe ya birîndarbûnê piştî ku mehek ji ser teşebûsê derbas bûye ji malbata xwe re gotiye.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir