• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Bila deynên me bikin taksît û faîzên wan jî jê bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di sala 1975an de li Licêya Diyarbekirê erdehejek çêbûbû û di wê erdhejê de  2 hezar û 384 kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek mal xera bûbûn. Di sala 2006an de ji bo kesên ku malên wan ji ber erdhejê hilweşiyabûn mal hatibûn avakirin. Kesên ku mexdûrên erdhejê bûn îro hêj mexdûriyeta wan berdewam in. Lewra dema ku ev malên wan hatin avakirin ji wan re hat gotin ku 'hûn ê piştî 10 salan 10 hezar lîre bidin.' Kesên ku mexdûrin dibêjin berî ku ji wan re hişyarî û îqazek bê dayîn ew ê dest bê danîn li ser xaniyên wan.  Ji ber vê yekê kesên mexdûr daxwaz dikin bila deynên wan bên taksîtkirin û faîza wan jî jê bê xerakirin.

"Bila rayedar ji me re bibin alîkar  û çareyekê ji vê re bibînin"

Hanefî Akgulê ku li Taxa Aştiyê îqamet dike û di erdhejê de mexdûr bûye di derbarê mijarê de qiha axivî: " Dema ku ev mal hatin teslîmkirin ji me re gotin qaşo ew ê heq neyê standin. Ew ê ev yek ji mexdûran re bêheq bê dayîn. Niha jî ji me re ji banqê dibêjin 'Ger hûn deynên xwe nedin ew ê  hacîz bê li ser malên we.' Niha deynan tevakan bi hev re dixwazin. Jixwe li vê derê prolemên mîna binêsazî û yên din berdewam in. Em  bêkar in û em nikarin bixebitin. Hinek însan nikarin van deynan bidin. Em teleb dikin, bila rayedar ji me re bibin alîkar  û çareyekê ji vê re bibînin."

 "4 hezar  tl faîz li ser deynên me ve zêde kirine"

Hasan Akyurekê ku di derbarê mijarê de axivî diyar kir qet ji wan re di warê dayîna deynan de hişyarî nehatiye dayîn  û wiha pê de çû:"  Ji me re gotin 'Vê deynê li ser xwe bigrin em ê xanî ji we re çêbikin.' Me jî qebûl kir. Min bi destê xwe ji bo 8 hezar tl  îmza avêt û me vê qebûl kir. Piştî ku 35 sal derbas bûn re muteahhîtek hat  û got 'Wê çaxê ji we re xanî nehatiye çêkirin.' Me ji wan re got; ger hûn ê ji me re malê çêbikin li hêla 500 Evlerê çêbikin û em ê vê yekê qebûl bikin. Li ser vê yekê xaniyan çêkirine. Piştî wê jî ne kaxizek û ne jî tiştekî din ne dan me Me zen kir ew ê heta 10 salan van deynan ji em nexwestibana. Me  berî vê 9 salan di van malan de bi cî bûn û niha 4 hezar lîre  faîz li ser deynên me hatiye zêdekirin. Bila faîzên me xera bikin û deynên me bikin taksîd."

Her wiha kesên mexdûr ên bi navê Yaşar Akyurek û Abdullah Pasîn jî di derbarê mijarê de nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan û ji rayedaran alîkarî teleb kirin da ku ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir